Dilşat Kaya: Em li dijî şidetê di kolanan de dibin bersiv

  • jin
  • 09:02 17 Mijdar 2018
  • |
img

STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku şideta li dijî jinan li Meclîsê jî pêk tê û ew li kolanan li dijî şidetê dibin bersiv. 

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya hilbijartinên herêmî, girîngiya cihê jinan a siyasetê, greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentar HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinan axivî. 
 
'DIVÊ JIN BÊTIR XWE JI BO HILBIJARTINÊ AMADE BIKIN' 
 
Kaya diyar kir ku ew girîngiyê didin jinan a cih girtina di hilbijartinên giştî û herêmî de û got: "Ji ber têkoşîna jinan jî hilbijartina 31'ê adarê gelek girîng e. Divê jin di refên pêş de cih bigirin. Armanca me ew e ku em bi têkoşîna jinan qeyûman biqewirînin. Em bi vî awayî derdikevin rê û xebatê xwe li gorî wê dest pê dikin. Em 25 jinên HDP'î li Meclîsê ne. Em di serdemek ku dixwazin vîna jinan a li Meclîsê tune bikin. Êrîşên li dijî jinan li Meclîsê didomin. Ji wêrekiya me ditirsin. Ji bo em hemû ji van êrîşan û tundiyê re bibin bersiv xwe bi awayek baş ji bo hilbijartina herêmî amade bikin." 
 
'JINÊN SIYASETMEDAR ŞIDETA DERÛNÎ DIBÎNIN' 
 
Kaya anî ziman ku li her qadên jiyanê şideta serdestiya zilam li ser jinan didome û got: "Dibe ku li her mal û kolanê li dijî jinan şidet pêk tê, lê belê li dijî jinên di qada siyasetê de jî şideta derûnî pêk tê. Mînak îro li girtîgehan tije jinên siyasetmedarin. Elbet têkoşîna me wê li dijî şidetê bibe bersiv." 
 
'LI DIJÎ TECRÎDÊ DERDIKEVE' 
 
Kaya bal kişand ser rewşa çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Leyla Guven siyasiyek rehîn hatiye girtin. Ew hevalek me bi vîna gel hatiye bijartin. Edaleta desthilatdariyê ne alîgirê jinan, Kurd, Elewiyan e. Em bi awayek dij edalet û hiqûqî tên darizandin. Edalet ji bo me ne wekhev e. Enîs Berberoglu jî kesek bi vîna gel hatibû bijartin, dozên wî sekinandin û niha li Meclîsê ye. Ancax ji ber ku Leyla Guven jinek Kurd e dewlet dixwaze wisa bide cezakirin. Di şexsê Abdullah Ocalan de behsa tecrîdê dike. Ev tecrîd li ser tevahiya girtiyan û civakê pêk tê. Ew li dijî tecrîdê dixwaze dengê xwe bilind bike. Em dixwazin hevala me Leyla demildest bê berdan û di Meclîsê de di nav xwe de bibînin." 
 
‘POLÎTÎKAYÊN ZAYENDPEREST ZÊDE BÛN' 
 
Kaya da zanîn ku bi sed salan e jin bi tundiyê re rû bi rû ne û got: "Şidet ne pirsgirêkek jinan e. Pirsgirêka zilam û pergalê heye. Di 16 salên dawî de polîtîkayên zayendperest bêtir bûn. Qanûna nefaqê ya dema nêz mînaka vê yekê ye." 
 
'JIN DÊ BI RENGÊN XWE LI TAKSÎMÊ BIN'
 
Kaya destnîşan kir ku ji ber krîza aborî şideta aborî jî li dijî jinan zêde bûye û yên herî zêde tesîrek neyînî ji krîza aborî digirin jin in. Kaya bang li hemû jinan kir û xwest roja 25ê Mijdarê li dijî şidetê derkevin qadan û xwest wek her sal jin li Taksîmê bi reng, deng û awazên xwe qîrîna xwe bilind bikin. 
 
MA / Necla Demîr