‘Divê em ji bo azadiya jinê û temsîliyeta wekheviyê her roj têbikoşin'

  • jin
  • 09:22 16 Mijdar 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Hevserokên HDP û DBP'ê yên Mêrsînê, bal kişandin ser pergala hevserokatiyê û destnîşan kirin ku tenê ne di 25'ê Mijdarê de ji bo parastina mafên wekheviyê û destkeftiyan divê jin her roj bi hevre têbikoşin. 

Hevseroka DBP'ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş û Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zelal Onen, diyar kirin ku pergala hevserokatiyê ya di partiyên wan de tê bikaranîn azadiya jinê û temsîliyeta wekheviyê pêk anîne û ji li hemberî polîtîkayên zayendîparêz ên jinan ji bo têkoşînê bang li hemû jinan kirin. 
 
HEVSEROKATÎ: TEMSÎLIYETA WEKHEVIYÊ 
 
Hevseroka DBP'ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş, destnîşan kir ku modela hevserokatiyê pergaleke azadîxwaz a jinê ye û got: "Li Tirkiyeyê hevserokatî rêya herî girîng a ji derheqderketina otorîterîzmê û navendîparêziyê ye. Di hemû qanên jiyanê de wekheviya temsîliyetê û xwedî mafên azadiyê ye. Di îdareya temsîliyeta siyasî ya wekheviyê ye." Kûş, bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo wekheviya jin û mêr û got: "Di cîhana îroyîn de ku jin nayên hesibandin de, pirsgirêkên mirovahiyê nayên çareserkirin." 
 
‘TÊKOŞÎNEKE CIVAKIYÎ' 
 
Kûş, destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan derketiye holê û got: "Hem di warê siyasetê de hem jî di warê rêveberiyê de temsîliyeta wekheviyê pêk anîn. Her wiha li hemû qadan bi têkoşîna li hemberî pirsgirêk û astengiyanbûne xwedî gotin û biryarê. Jin tenê ji bo azadiya xwe natêkoşin. Tevî xwe civakê jî guherandin û veguherandin. Yanî têkoşîneke civakiyî heye. Jin bi pêşxistina hişmendiya cinsî hay ji keda xwe çêbûn û xwe gihandin hemû jinan û rêxistinbûyîna jinan pêş xistin. Di vê çarçoveyê de niha jin li hemû qadan, li hemû kuçeyan û malan keda xwe diparêzin û xwe bi xwe biryarên xwe didin." 
 
‘WÊ BI TÊKOŞÎNÊ DAWÎ LI ŞIDETÊ BÊ' 
 
Kuş, bi bîr xist her roj bi dehan şin bi şidetê re rû bi rû dimînin û polîtîkayên dewletê şidet û kuştina jinan zêdetir kiriye. Kuş, destnîşan kir ku pergal şidetê rewa dike û got: "Ji bo rê li ber şidet û kuştinên bi vî rengî bê girtin, tenê ne di 25'ê Mijdaran de divê jin her roj li qadan dengên xwe bilind bikin. Divê pirsgirêkên jinan têkeve rojeva meclîsê. Ji bo dawî li şideta li hemberî jinê bê, heta qanûnên nû neyên derxistin divê ev yek di rojeva me de me. Loma divê em tim tevde bitêkoşin." 
 
DESTKEFTIYÊN GIRÎNG 
 
Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Zelal Onen jî, destnîşan kir ku bi pergala hevserokatiyê re jin di siyaset û gelek qadên din de destkeftiyên girîng bi dest xistin û got: "Em jin ji sedî 50'yê nifûsa heyî ne. Loma divê di hemû sazî û dezgehan de em xwedî gotin û mafên wekhev bin. Ji ber vê em dixwazin di hemû saziyan de pergala hevserokatiyê hebe." Onen, bi bîr xist ku li şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hatin kirin pergala hevserokatiyê hebû, lê belê bi tayînkirina qeyûman mafên jinan hatin binpêkirin. Onen got: "vê hefteyê em ê ji hevşaredarên xwe yên jin û hevalên xwe yên siyasî yên girtî re name û kartan bişînin." 
 
LI HEMÛ QADAN TÊKOŞÎN 
 
Onen, destnîşan kir ku ew ê tim li hemberî şidet, taciz û tecawuzê bitêkoşin û ew ê li hemberî êrîşên îktîdarê yên li dijî mafên wan jî bitêkoşin. Onen got: "Ger em jin bibin yek, em ê bikaribin hemû mafên xwe bi dest bixin. Ji ber vê 25'ê Mijdarê jî di nav de divê em tim dakevin kuçeyan û li her derî bitêkoşin. Çimkî em bi hev re hêzdartir in." 
 
MA / Cemil Ugur