Jinan îtirazî sererastkirina nafaqayê kir: Wê jinê bi tenê bihêle

  • jin
  • 09:18 16 Mijdar 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Parêzerên jin sererastkirina nafaqayê ya di nav Plana Çalakiyê ya 100 Rojî ya Serokomar de ye rexne kirin û destnîşan kirin ku ev rewş ji ber feraseta mêr e û wê bi vê qanûnê jin bi temamî bi tenê bên hiştin. 

Parêzerên jin sererastkirina nafaqayê ya di nav Plana Çalakiyê ya 100 Rojî ya Serokomar de ye rexne kirin û destnîşan kirin ku ev rewş ji ber feraseta mêrî ye û wê bi vê qanûnê jin bi temamî bi tenê bên hiştin. Parêzer Sebahat Gençtarîh, destnîşan kir ku guhertinên di vî warî de bi temamî li dijî jinê ne û got: "Îktîdara AKP'ê têkildarî têkiliyên jin û malbatê de heta niha gelek qanûn derxistin. Em dikarin vê bêjin, îktîdar bi feraseteke nêrza nêzî vê mijarê dibe. Ev qanûn bi her awayî bi feraseta AKP'ê re eleqedar e. AKP, berç komcivînek çêkiribû. Lê belê ji jinên rêxistinên muxalif kes di naav de tune bû." 
 
‘AQLÊ DEWLETÊ Û AQLÊ ZILAM BI HEV RE TEV GERIYAN' 
 
Gençtarîh, destnîşan kir ku têkildarî qanûna nafaqayê de di hiqûqê de cinse nehatiye diyarkirin, lê belê nafaqa rasterast jinan eleqedar dike û loma di vê sererastkirina tê kirin de bi temamî jin hedef tên girtin. Gençtarîh got: "Destmiza di nîqaşên nafaqayê de tê diyarkirin ne tiştekî berbiçav e, hejmareke komîk e. Miqdar li gorî rewşa aborî tê diyarkirin, yanî ne wisa heta hetayê ye. Kesê tê diyarkirin xizan bûye, heta kesa li hember bizewice û rewşa wê ya aborî baş bibe nafaqa tê dayîn. Lê sererastkirina nafaqayê ya îroyîn, çewisandina dewletê û zilam a li ser jinê ye. Yanî aqlê dewletê û aqlê mêr bi hev re tev digere. Di şertên asayî de helbet jin naxwaze têkiliyeke aborî bi kesê dev jê berdaye re hebe, yanî naxwaze têkiliyek pê re hebe lê mecbûr e." 
 
‘WÊ BI VÊ QANÛNÊ RE ŞIDETA LI HEMBERÎ JINÊ ZÊDE BIBE' 
 
Gençtarîh, destnîşan kir ku wexta bi feraseteke dewleta civakiyî nêzî pirsgirêkên jinê bibe wê pirsgirêk li holê nemînin û got: "Heta niha AKP ji bo parastina jinê tu qanûn çênekirine. Bereksê wê wekî pelesenkê tim mafên jinan tînin ser ziman. Vê jî bi fîgurên îslamî nexsş dikin. Bi her qanûnê re jin di warê aborî, cinsî de zêdetir bi şidetê re rû bi rû dimînin. Bi vê sererastkirinê jî dê wisa bibe. A rast ev sererastkirin wê jinê bi tenê bihêle. Paşê çi dibe, wê jin bitirse û dev jê bernde. Çimkî wê azadiya wê ya aborî jî nemîne." Gençtarîh, destnîşan kir ku ew nêzîkatiyeke ku mafên jinan binpê dikin û sînordar dikin qebûl nakin. 
 
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN' 
 
Parêzer Serap Angay jî, diyar kir ku jinan heta niha bi têkoşînê destekftiyên mezin bi dest xistine. Angay, anî ziman ku di qanûna nafaqa ya heyî de jin û mêr wekhev in, lê belê bi sererastkirina nû re wê ev maf bê binpêkirin. Angay got: "Jina nafaqayê nestîne dikare serî li zewaceke mecbûrî jî bide. Loma jine naxwaze jiyaneke bê nafaqa bîne bîra xwe. Çimkî wexta dev jê berde wê nikaribe nanekî jî peyda bike. Wê bi vê re şidet, çewisandina nav malê, kedxwarî bê rewakirin. Yanî jin bi tenê tê hiştin." 
 
Angay, destnîşan kir ku wê têkoşîna jinê destûra vê sererastkirinê nede. 
 
MA / Ergin Çaglar