Gulum: Wê piştevanî û têkoşîn jinan rizgar bike

  • jin
  • 09:17 16 Mijdar 2018
  • |
img

STENBOL - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku bi mîlîttarîzma zêde bû re şideta dewletê ya li hemberî jinê jî zêde bûye. Gulum got: "Ya dê me xelas bike mekanîzmaya piştevaniyê û têkoşîna bi hev re ye." Gulum, bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li Taksîmê bin. 

Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Hemberî Şideta Jinê, bal kişand ser sedemên şideta li hemberî jinê û têkoşînan jinan a li hemberî vê yekê. 
 
‘MÎLÎTARÎZM ŞIDETA LI HEMBERÎ JINÊ ZÊDETIR KIR' 
 
Gulum, anî ziman ku ji bo 25'ê Mijdarê jin ketine nava liv û tevgeran û wê heta 25'ê Mijdarê çalakî li hemû qadan dewam bikin. Her wiha Gulum, destnîşan ki ku Meclîsa Jina ya HDP'ê di nav gelek organîzasyinan de cih digire.
 
Gulum, anî ziman ku her diçe şideta li hemberî jinê zêdetir dibe û got: "Beriya her tiştî ji ber krîza aborî şideta li hemberî jinê zêde bû. Çimkî herî zêde jin di evan serdeman de xizan dibin. Ewilî jin ji kar tên derxistin û bê sîgorte tên xebitandin. Ji ber jin bi rewşa aborî ya nav malê re eleqedar dibin bi vê yekê re xizanî zêdetir dibe. Yanî krîz bêtir tesîê li jinan dike û wisa xuyaye dê ev rewş zêdetir bibe. Her wiha şideta li hemberî jinê ya bi Rewşa Awarte re zêde bû jî heye. Şer û mîlîtarîzm şideta li hemberî jinê zêdetir kir. Her li welat demokrasî û maf ji holê tên rakirin şideta li hemberî jinê jî zêdetir dibe." Gulum, destnîşan kir ku zêdebûna şidetê ji ber polîtîkayên îktîdarê ye. 
 
‘HER ŞIDETA DEWLETÊ ZÊDE DIBE, ŞIDETA LI HEMBERÎ JINÊ JÎ ZÊDETIR DIBE' 
 
Gulum, anî ziman ku îktîdar niha çav berdaye mafê nafaqayê yên jinan jî û bi vê yekê re dixwaze xeteke polîtîk çêbike. Gulum, diyar kir ku bi awayekî giştî li kuçe û kolanan şidet û berberîbûn zêde bûye û got: "Her ku şideta dewletê zêde dibe, şideta li hemberî jinê jî zêde dibe. Çimkî herkes bi awayekî hêrs dibe û berê xwe didin jinan." Saziyên jinan ên bi îlankirina Rewşa Awarte re hatin girtin, mekanîzmayên ku jinên bi şidetê re rû bi rû dimînin û serî li wan didin ji holê hatin rakirin û got: "Wexta jinek bi şidetê re rû bi rû dimîne derek tune ye serî lê bide. Bi vê re jinê ber bi şideta nav çar dîwaran ve birin." 
 
 
Gulum, destnîşan kir ku jin ji ber ziman û feraseta nêrza ya di siyasetê de jî bi şidetê re rû bi rû dimînin û herî zêde ew li Meclîsê bi vê yekê re rû bi rû dimînin. 
 
'JINAN KUÇE NETERIKAND' 
 
Gulum, diyar kir ku tevî evan tiştan hemûyan jî jin li ber xwe didin û got: "Piştî îlankirina Rewşa Awarte ewilî jinan çalakî li dar xist. Sala par jî 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê bi girseyî hatin lidarxistin. A rast jinan tu carî kuçe neterikandin. Çimkî mudaxileyeke giştî heye. Îktîdareke ku dixwaze li gor xwe modeleke jinê biafirîne heye. Ev îktîdar tenê mudaxileyî cemaweriyê nake, mudaxileyî nav malê û her derî dike. Li hemû qadan dixwaze li gor feraseta zilam û serdestiyê şikil bide jinç. Ev yek jî jina hêrs dike û jin bertekên xwe nîşan didin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Gulum, diyar kir ku wê jin li hemberî evan tiştan hemûyan di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan û bang li jinan kir: "25'ê Mijdarê ji bo me rojeke pir girîng e. Bi taybetî rojeke ku jin li hemberî hemû şideta li jinê tê kirin û polîtîkayên îktîdarê yên li hemberî jinê dengê xwe bilind dikin. Çimkî ya dê me xelas bike mekanîzmaya piştevaniyê û têkoşîna bi hev re ye." 
 
MA / Necla Demir