‘Guven bi greva bîrçîbûnê îdîaya xwe ya aştiya civakî danî holê’

  • jin
  • 11:36 15 Mijdar 2018
  • |
img

AMED - Aktîvîsta TJA Ayla Akat, diyar kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva bîrçîbûnê, îdîaya xwe ya aşatiyê civakî danî holê û got: “Berî her tiştî divê tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê bê rakirin.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a HDP’ê Leyla Guven bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 7’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Guven di civaka Kurde deng da û di serî de partiya wê, gelek derdorên demokratîk piştgî danê. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat, derbarê tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva bîrçîbûnê ya Leyla Guven dayî destpêkirin nirxandin. Akat, diyar kir  ku weke şandeya siyasî di 3’yê Çileya 2013’an de çûn Îmraliyê û wiha axivî: “Wê demê li Tirkiyeyê pêvajoya şer hebû. Bandor li me hemûyan dikir. Di heman demê di Cotmeha 2011’an de pêvajoya Qanûna Bingehîn a dibin banê parlamentoyê de hebû. Di civîna destpêkê de, pevçûnên pir cîdî rû dabûn. Di sala 2012’an de li hemû girtîgehên Tirkiyeyê, çalakiya greva bîrçîbûnê hebûn. Ev çalakî nêzî 67 rojan berdewam kir. Tam di vê pêvajoyê de nirxandinek hat kirin. Cara yekemîn bû ku çalakiyek wisan bin bandor dihat lidarxistin û xwedî derketinek girseyî hebû.”
 
'TECRÎTEKE BÊ NAVBER HEYE’
 
Akat, anî zîman ku jî 5’ê Nîsana 2015’an de ve tecrîtek bênavber li ser Ocalan heye û wiha got: “Di encamê de tu carî tecrît bi dawî nebûye. Li îmraliyê hucreya 6 metrekare guhertin, lê dîsan jî diyalog û hevdîtin nehatin kirin. Divê ev bêzanîn. Gelo çima Birêz Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê de digirin. Ew rêberê PKK’ê ye, lê di heman demê rêberê gelekê ye jî. Di rastiyê encex gel karibe mûdalixileyê vê tecrîta bênaber a bi pergalî bike. Îro çalakiya Leyla Guven mijara gotinê ye. Ez duh çûm hevdîtina wê. Guven got ‘Bi tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê, dixwazin gelekê bi fetîsin in. Ez difetisim. Ez dixwazim bi çalakiyek rast li dijî bêdengiya li hemberî tecrîta li Îmraliyê vîna xwe danim holê.’ Bê guman em rêz didin vê vîna wê. Ji ber vê dewlet vê dizane û em jî vê baş dizanîn. Leyla Guven di encam lêhûrbûna 3 mehan de biryarek wiha da û dest bi çalakiyê kiriye. Bê guman em rêz didinê.”
 
'GUVEN TENÊ DIXWAZE TECRÎT BÊ RAKIRIN’ 
 
Akat, da zanîn ku Guven Hevseroka yek ji saziyên herî demokratîk ên Tirkiyeyê KCD’ê ye û wiha bilêv kir: “Çalakiya Guven parçeyek têkoşîna demokrasiyê ye. Tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê aştiya civakî ya li welat tehdît dike. Tenê daxwazek Leyela Guven heye. Ew jî dixwaze tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê bi dawî bibe. Divê em desthilatdariya heyî ji bo aştiyê û çarseriya pirsgirêkan bixin nava zoriye. Ev jî erka me ya serekeye. Divê em wan neçarî çareseriyê bikin. Gava vê ya destpêkê jî, tecrîta li Girtîgeha Îmraliyê şikandine. Ji bo vê divê parêzer an jî şandeyek siysî biçe Îmraliyê. Di vê mijarê de berpirsiyarî dikeve ser milê hemû kesan.”
 
'LI DIJÎ TECRÎTÊ VÎNA ÇARESERIYÊ’
 
Akat, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî tecrîta li ser Ocalan, divê vînek hevpar a çareseriyê em danin  holê. Divê çalakiyên xurt bên lidarxistin. Bêguman weke tevgera jinên kurd, berpirsiyariya me jî heye. Di vê çarçoveyê de nîqaşên me berdewam dikin, lêhûrbûnên me jî hene. Hêviya gelê me ji vê pêvajoya pir zêde. Hemû hevparên, navendên me û binesaziyên em yên rêxistin kirî di ferqa vê rastiyê dene.”