TJA piştgirî da Leyla Guven: Tecrît sûcê mirovahiyê ye

  • jin
  • 13:53 14 Mijdar 2018
  • |
img

AMED -  TJA’yê, piştgirî da Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armaca şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir û got: “Tecrît sûcê mirovahiyê ye. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 7’ê Mijdarê de li danişîna 3’yemîn a doza xwe da despêkirin, ket roja 8’an.  Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniya da de piştgirî da Leyla Guven. Daxuyanî li avahiya  HDP’ê ya Amedê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, Endamên Dîvana Hevserokatiya KCD’ê, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Jinên HDP’î û DBP’î û Jinên Meclîsa Ciwanên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
‘ÇALAKIYA LEYLA GUVEN MAFDARE’
 
Hevseroka HDP’ê ya navçeya Yenîşehîra Amedê Demet Ozkaran, daxuyanî da û nameya Leyla Guven ji wan re şandî xwend. Guven di nameya xwe de bal kişand ser polîtîkayên înkar, îmha û qirkirina çandî yên li dijî gelê Kurd û wiha wiha got: "Ji ber van polîtîkayan, pirsgirêka herî giran a civaka Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dem bi dem hewldanên ji bo çareseriyê pêk hatin, lê belê ji ber polîtîka û zîhniyeta desthilatdar a serwer û yekparêz ev hewldan neçûn serî. Herî dawî Birêz Ocalan di Newroza 2013'an de ji bo çareseriya pirgirêka Kurd peyamek şand û pêşî li pêvajoyeke nû vekir. Birêz Ocalan di nameya xwe de bal kişand ser biratiya qedîm-dîrokî ya gelên Kurd û Tirk û diyar kir ku çareseriya aştiyane û civakî bi dînamîkên navxweyî dikare pêk were. Birêz Ocalan di nava pêvajoya çareseriyê de careke din nîşan da ku di çareseriyê de aktorê yekane ye.
 
'AKP CIHÊ HILWEŞÎNÊ YE, OCALAN ADRESA ÇARESERIYÊ YE'
 
Pêvajo gihîşt asta danûstandinan û di demeke wiha de ji ber polîtîkayên yekparêz-şer ên hikumeta AKP'ê pêvajo qediya, welatê me ji nû ve kete nava şer û rewşeke hilweşîner. Hikumeta AKP'ê ku neçareseriyê ferz dike ji aliyekî ve dest danî ser şaredariyên gel, lia liyê din bi girtina nûnerên gel re kir ku pirsgirêk girantir bibe. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku aktorê çareseriya hemû pirsgirêkên civakî Birêz Ocalan e. Ji sala 2015'an û vir ve Birêz Ocalan nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Dixwazim bêjim ku Birêz Ocalan ê ku bi rengekî giran tecrîdkirî ye, xwedî mîsyoneke welê ye ku dikare aştiyê ji civaka Tirkiyeyê re bîne. Ji bo karibe mîsyon û rola xwe bi cih bîne, divê li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî şert û merc bên afirandin.
 
Ji ber vê yekê, heta ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin were kirin min bi îradeya xwe ya azad dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kir."
 
Ozkaran piştî xwndina Guven bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû tevgerên jinan û hêzên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî dikin ku ji bo aştî û demokrasiya welat û bi dawî anîna tecrîtê têkoşîna xwe  ya  demokratîk mezintir bikin.”
 
 Piştî axaftina Ozkaran daxuyanî bi berzkirina tilîlî û lêxistina çepikan bi dawî bû.