'Qanûnên der barê şideta li dijî jinan de kêm û xelet in'

  • jin
  • 09:07 14 Mijdar 2018
  • |
img

STENBOL – Parêzer Tûba Torûn bilêv kir ku li Tirkiyeyê qanûnên heyî di warê şideta li hemberî jinê de kêm in an jî xelet in. Torûn, diyar kir ku şideta li hemberî jinê pirsgirêkeke civakiyî ye û ji bo dawî li vê pirsgirêkê bê pêdivî bi sererastkirin û pêkanînên nû heye. 

Jinên ku mêr dixwazin tim teşeyekê bidin wan, li hemû qadên jiyanê dibin hedefa feraseta mêrî. Lê belê jin li hemberî hemû çewisandinên bi wan re rû bi rû dimînin, ji bo mafê xwe yê jiyanê û xwedîderketina li mafên xwe têdikoşin. Parêzer Tûba Torûn bilêv kir ku li Tirkiyeyê qanûnên heyî di warê şideta li hemberî jinê de kêm in an jî xelet in. Torûn, diyar kir ku şideta li hemberî jinê pirsgirêkeke civakiyî ye û ji bo dawî li vê pirsgirêkê bê pêdivî bi sererastkirin û pêkanînên nû heye. Torûn, destnîşan kir ku di dozên cinayetên jinan de biryarên ku ji aliyê darazê ve tên girtin, mekanîzmaya edaletê ya mêrî dixe dewrê û zêdebûna cinayetên jinan ne tiştekî tesadufî ye. Torûn, diyar kir ku du sedemên vê zêdebûnê hene û got: "Yek; qanûn kêm û xelet tên çêkirin. Dudo, terh, helwest û gotinên siyasetmedara ne. Di vê çarçoveyê de di demên dawî de em dibînin ku êrîşî mafên bidestxistî yên jinan jî tên kirin. Mînak, ji bo rê li ber vê bê girtin daxwaza hin pêşnûmayan hat kirin, lê belê rabûn di şevekê de Qanûna Miftîtiyê xistin dewrê." 
 
Torûn, cezayên giran ên li jinên ku ji bo bijîn dikujin jî bi bîr xist û got: "Li vî welatî jinên ji bo bijîn dikujin jî hene. Em wan dozan dişopînin. Edalet yek e û divê ji bo herkesî wekhev be. Em dibînin ku jinên ji bo bijîn dikujin jî, bi muameleya mêrên ku plansaziya cinayetê dikin û dikujin re rû bi rû dimînin. Di vir de divê ferqek hebe. Ji ber jin di asta duyem de ne dimirin û wexta bi êrîşeke wisa re rû bi rû dimînin, di çarçoveya parastina rewa de dikujin. Di vir de divê ew tişta duyem, newekheviya di navbera jin-mêr de esas bê girtin. Em nabêjin bila jinên ji bo bijîn dikujin bên berdan, lê divê ferqek di navbera wê û mêrê ku bia wayekî hovane jinê dikuje de hebe û bi vî awayî bê nirxandin." 
 
Torûn, anî ziman ku ew hiqûqnas bi israr diyar dikin ku divê daxistina cezayên tehrîkî bê rakirin û got: "Ger ya mexdûr jin be û cinayet pêk hatibe, şidet pêk hatibe divê ew daxistin çênebe. Ji bi şidetê, cinayetê divê rewş alê baş çênebe. Daxistina ji bo heza zêde, cinoyî bû û kuşt, cinayetên namûsê hemû cinayetê rewa dikin. Em li hemberî evan rewabûna ne. Her wiha ji bo jinên tên kuştin jî dibêjin 'întihar kiriye.' Mînak dozek me hebû. 29 kêr li jinekê hatibûn xistin û paşê ew di şaneşînê re avêtibûn. Ji bo vê pêzaniyê rapor amade kir û di raporê de got 'Jinek dikare xwe kêr bike û heta şaneşînê dikare bimeşe û dikare xwe bavêje erdê.' Di vir de tenê ne heyeta dadgehê, ji pêzanyê heta Saziyên Tiba Edlî, polîssên hewl didin hevjînan li hev bînin, derûnas, parêzer em hemû berpirsiyar in." 
  
‘ŞIDET ZÊDE BÛ, ÇIMKÎ QANÛN PÊK NAYÊN' 
 
Torûn, bilêv kir ku ji bo cinayetên jinan û şidet pêk neyên pêdivî bi hin sererastkirinan heye û biryara Opûzê ua Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist. Torûn got: "Ev fikr belkî jî biryara herî girîng e ku DMME der barê Tirkiyeyê de girt. Ev biryar biryareke 'şideta li hemberî jinê tenê ne mesleyeke nav malê ye, şideta li hemberî jinê meseleyeke civakiyî ye û ji bo hûn vê çareser bikin wekî dewlet divê hûn sererastkirinên qanûnî yên pir baş çêbikin.' Ji ber vê ceza li Tirkiyeyê hat birîn. Piştî vê biryarê Peymana Stenbolê hat çêkirin. Taybetiya wê peymanê ew e, tevdîran têxe rêza pêşî. Beriya sûc rû bide, tevdîrên vê tên girtin. Peymana Stenbolê di sala 2012'an de hat îmzekirin, lê hîna jî bi awayekî rûkûpêk nehatiye sepandin. Li gor vê qanûnê Qanûna Parastina Jinê û Malbatê ya Jimare 6284'an jî hat çêkirin. Li gor vê qanûnê bêyî delîl hebin divê beyana jinê esas bê girtin û di nav 24 saetan de daxwaza ji bo parastinê pêk bê. Ev qanûn hemû ji bo rêgirtina li ber şidet û cinayetên jina ye. Divê bi awayekî rast pêk bên. Tê gotin cinayetên jinan û şidet zêde bûye, belê zêde bûne çimkî ev tişt nehatin sepandin." 
  
‘BILA SALÊN ME YÊN BÊ ŞIDET HEBIN' 
 
Herî dawî Torûnê diyar kir ku jin li hemberî evan pêkanînan bêdeng nemane û got: "Em di 25'ê Mijdarê de Xwişkên Mîrabel bi bîr tînin. Ji ber li hemberî rêveberiya dîktatorî serî rakirin bi şidetê re rû bi rû man û paşê hatin kuştin.Piştî evan xwişkan domandina têkoşînê pir girîng e. Em dixwazin jin dakevin kuçeyan û destekê bidin têkoşîna jinê. Hêvîdar im salên pêş bibin salên bê şidetê." 
 
MA / Necla Demir