Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em berdêla krîzê nadin

  • jin
  • 15:57 12 Mijdar 2018
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a KESK'ê danezana komxebata “Debar û keda Jinê" bi rayagiştî re parve kir. Jinan di danezanê de got: "Em jin dê li keda xwe ya tê dîtin û nayê dîtin xwedî derkevin. Em dê bedela krîzê nedin. Em dê bi hevre vê têkoşînê bilind bikin." 
 
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), encamnameya komxebata 9-11'e mijdarê ya “Debar û keda Jinê" bi raya giştî re parve kir. Meclîsa Jinan di danezanê de wiha got: “Kapitalizm, di pîvana gerdûnî de ji nûve xwe saz dike. Li gorî vê yekê li Tirkiye ku ji salên 80'î de gav bi gav xwe lê ava dike, bi taybetî di 16 salên serdema AKP'ê de zagonên xwe bi awayekî fîîlî dixe meriyetê. Polîtîkayên Neo-liberal kedê li gorî berjewendiya sermayedaran dixe xizmetê. Pêvajo kûralan ji holê radike û bê ewle û bê rêxistin dihêle. Xebata bê ewle, bê qural û bê rêxistin dike mafekî asayî. 
 
'BI OHAL'Ê EWLEHIYA XEBATÊ JI HOLÊ RABÛ'
 
Rejîma personelên Cemaweriyê, bi guhertina zagona hêjmar 657'an, li gorî stratejiya debara neteweyî di çarçoveya zêdekirina debara jinê de di salên dawî de personelên dembarî yên bi peyman hatiye zêdekirin. Teşeyê xebata esnek hatiye zêdekirin. Bi vê yekê hatiye armanckirin ku karê bê ewle û bê mîsogerî bê zêdekirin. Di serdema OHAL'ê de bi KHK'yên hatin derxistin re ewlehiya kar ji holê hat rakirin. Piştî hilbijartina 24'ê Heziranê bi pêkanîna rejîma nû hemû mafê heyî hatiye xezpkirin. Her tişt bi biryarnameya Serokomar ji nuve hatine guhertin. 
 
'JIN BÊTIR BARÊ KRÎZA ABORÎ LI SER PIŞTA XWE HÎS DIKIN
 
Bi hevkariya Patriyarka û kapitalizmê her dem keda jinê xwarine û di pêvajoya guhertina neo-liberal keda jinê xistine xizmeta sermayê. Ji bo bêtir serdestiyê li ser kedê zêde bike jin ewil kirine hedef. Nijadperestî, muhafazakarî u polîtikayên şer kirine mertal û danîne pêş xwe. Keda jinê pêşkêşî polîtîkayên neo-liberal kirine. Keda jinê bi rêbazê perçekirin û bê rêxistinkirinê bêtir bê qîmet kirine. Keda jinê ya malê bê qîmet kirine û xistine halê ku neyê dîtin. Hemû karê malê yên nava civakê dane ser milê jinê û bê qîmet hiştiye. Krîza aborî bêtir giran û kûr bûye. Zext, mobbing zêde kirine, xebat bê ewle kirine. Dixwazin hemû cûreyên tundiyê bi KHK’ê li ser mafê jinê zêde bikin. 
 
Em nikarin şaxên krîzê ji pergala kapîtalîsta baviksalarî û krîza aborî cuda bifikirin. Demokratîkbûna welat girêdayî têkoşîna aştiyê ya li dijî şer e. Polîtîkayên Neo-liberal, di serdema krîzê de herî zêde har û êrîşkar dibin. Rolên zayendîparêz ên kevneşopî, paşverûbûn û muhafazakariyê bi van polîtîkayan re li hev tînin. 
 
EM DÊ BI HEVRE VÊ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN
 
Em jin li dijî polîtîkayên AKP’ê dê vê têkoşînê bi hevre bilind bikin û em serî ji AKP'ê re xwar nakin. AKP ji bo civakê bike koleyê xwe dixwaze jina kole ava bike. Dixwaze jina maqûl, mamoste û bijîşkê maqûl ava bike. Dixwaze kedê bêqîmet bike. Lê em dê li keda xwe û mafê xwe xwedî derkevin. Em bedelê vê krîzê nadin. Em dê bi hevre vê têkoşînê bilind bikin. Em dê her dem li dijî şer bêjin aştî û têkoşîna aştiyê bilind bikin. Em dê li jiyana xwe, bedena xwe, nasname, ziman, ked û hemû nirxên xwe xwedî derkevin. Em dê li dijî şer û metîngeriyê tekoşîna aştî û parastina kedê berdewam bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku milê xwe bidin hev û vê çerxê bişkînin. "