Pîrebokên Kampûsê ji bo berdana endama xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir

  • jin
  • 12:37 22 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOl – Pîrebokên Kampûsê, ji bo serbest berdana endama xwe Hatîce Goz a li Enqerê hat kirin, dest  bi kampanyeya îmzeyan kirin. 
 
Pîrebokên Kampûsê, ji bo berdana andama xwe Hatîce Goz a di 11’ê Îlonê de li mala xwe ya Enqerê hat girtin, dest bi kampanyeya îmzeyan kirin. Kampanyeya îmzeyan di  siteya change.org de hat destpêkirin. Di metna kampanyeya îmzeyan de wiha hat gotin: “Em dixwazin demildest xwişka me Hatîce bê berdan. Goz mezûna beşa derûnasiyê ye û jinek femînîst a ciwane. Ji bo mafê jinan, di jiyana xwe ya zanîngehê de tim têkoşiya. Li dijî kuştin, tacîz, tecawîz, tundiya li ser jin û zarokan bê navber têkoşîna xwe birêve bir. Heya ku jinek jî ji me kêm nebe, emê têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin. Ji ber vê em dixwazin xwişka me ya hatî dil girtin Hatîce bê berdan.”
 
Kesên dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê, dikarin li ser vê adresê îmze bavêjin:  www.change.org