‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’

  • jin
  • 09:14 22 Cotmeh 2018
  • |
img

MÊRSÎN – Parêzerên jin ên li Mêrsînê diyar kirin ku bi pêşnûmeya efûyê re dê kesên li dijî jinan êrîş û tundiyê dikin hatine girtin bên berdan û di kêliya bên berdan dê tundî û tehdîta li dijî jinan zêde bibin. 

MHP’ê piştî pêşnûmeya efûyê pêşkêşî Meclîsê kir, nîqaşên li ser pêşnûmeyê didomin. Tê gotin dê 162 hezar girtî û hikûmxwar ji vê pêşnûyema efûyê sûd bigirin, dê 5 sal ceza bê kêmkirin û kesên ji tundî û cînayeta li dijî jinan girtî ne jî bên berdan. Parêzerên jin ên li Mêrsînê der barê pêşnûmeyê de nêrînên xwe anîn ziman. 
 
‘WÊ ŞIDET DEWAM BIKE’ 
 
Parêzer Azîze Kurnaz diyar kir ku bi pêşnûmeya efûyê re dê tehdît, birîndarkirin, heqaret û tacîz derkeve asta herî jor û dê gef û gura li dijî jinan her ku biçe zêdet bibe. Kurnaz da zanîn ku heke tacîzkar û êrîşkar û qatil bên berdan dê rê li ber talûkeya civakî veke û bi vê yekê re dê hin bêtir bêaramiya civakê zêde bibe û xera bibe. Kurnaz got dê ev qanûn jî bibe mîna qanûnê Alattîn Çakici. 
 
‘SÛCKIRINA LI DIJÎ JINAN DÊ REWA BÊ DÎTIN’ 
 
Parêzer Sebahat Gençtarîh jî destnîşan kir ku bi derketina zilamên êrîşkar û tacîzkar û qatilker re dê tehdîta li dijî jinan derkeve asta herî jor û got: “Hemû cûreyên sûcên şidetê dikeve çarçoveya vê pêşnûmeyê. Ev rewş ango pêşnûme li dijî qanûna jimara 6284 a Parastina Malbatê û Tundiya li Dijî Jinan û peymanên navnetewî ye. Bi qebûlkirina vê pêşnûmeyê re dê hin bêtir êrîşên zayendî yên li dijî jinan û zarokan û sûcên şideta li dijî jin û zarokan bê rewakirin. Sûcek polîtîk jî nakeve çarçoveya pêşnûmeyê. Lê hemû dizek, êrîşkar, qatil û çete jê sûd digirin. Naveroka vê pêşnûmeyê bi awayek vekirî xwe radixîne ber çavan. Li gorî daxwazên desthilatdariyê ye.” 
 
MA / Ergîn Çaglar