‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’

  • jin
  • 09:54 19 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED – Jinên hiqûqnas ên li dijî sererastkirina “Mesrefa xizantiyê” ya dinava bernameya 100 roj çalakiyên Erdogan de cih digre derdikevin, diyar kirin ku mesrefa xizantiyê ne daîmiye û gotin: “Ev sererastkirin dê aboriya jinan xurt neke, berevajî jinan dê bêparastin bihêle.”

 
 Xebatên amadekariyên hikûmetê yên têkildarî “Sererastkirina qanûna derbarê mesrefên xizantiyê yên ji bo guhertina şert û dema wê de” ya bi hinceta “mesrefên xizantiyê bêdem” jinan mexdûr dike de, didomin. Lê jinên hiqûqnas li dijî naveroja sererastkirina qanûnê ne. Jinên hiqûqnas, diyar kirin ku mesrefa xizantiyê ne daîmiye. Ev sererastkirin dê aboriya jinan xurt neke, berevajî dê jinan bê parastin bihêle.”
 
‘TEŞWÎQA NE BERDANÊ DIKE’
 
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Parêzer Derya Yildirim, diyar ku qanûna “Mesrefa xizantiyê” dê dengeyên dijberiya jinê yên dinava civakê de hatine pêşxistin, dê kûrtir bike û wiha axivî: “Qanûna mesrefê teşwîqa ne berdana jinan dike. Dema jin dizewicin, bi daxwaza hevjînên xwe necar dimînin ku dev ji kar berdin û tevahiya jiyana xwe di hûndirê malê de derbas bike. Jin çawan ku ji kar derdikevin êdî girêdayî hevjîn, zarok û malê dimîne. Gava em li vê rewşê mêze dikin, di rewşek neyînê de dema jin bixwazin ji hevjînê xwe veqetin, êdî nikarin vê yekê bikin. Mesref bandorê li ser biyara jinan a hevjînê xwe berdin, an ne berdin dikin. Hikûmeta ji ber endamtiya Yekitiya Ewropayê dixwaze qanûna mesrefê derbikexe. Lê me di vî warî de xebatek baş nabînin. Hikûmet tenê ji bo derbaskirina mexdûriyeta zilaman ketiye nava hewldanan. Ji xwe aboriya jinê bê xurtkirin, tu hêviyan ji mesrefa xizantiyê nake. Lê jin piştî hevjînên xwe berdidin, bi tu awayî aboriyeke wê tuneye û wisan bê aborî û bêparastin li holê dimîne. Di rewşek wiha de dema mesrefa xizantiyê bê rakirin, dê jin zêdetir mexdûr bibin.”
 
‘DIVÊ ABORIYA JINÊ BÊ XURTKIRIN’
 
Sekretera Giştî ya Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Asye Demîr jî, anî ziman ku sererastkirina mesrefa xizantiyê dê pirsgirêkên jinan mezintir be û wiha got: “Her çiqasî dixwazin li gorî pêkanînên pîvanên Ewropayê biçin sererastkirinekê jî, divê li Tirkiyeyê di warê hiqûqî û aborî de mafên jinan bên xurtkirin. Heya ku azadiya aboriya jinan neyê pêşxistin, jin di malbat û civakê de neyên bihêz kirin, qanûnek wiha derxistin ne raste. Ne raste ku mirov Ewropa û Tirkiyeyê bîne beramberî hev. Ji ber ku dixwazin mesefa xizantiyê bi sînor bikin.”
 
‘PERWERDE Û KAR TUNEYE’
 
Demîr, da zanîn ku li welat di temenek biçûk de dana zewicandin pir zêdeye û wiha bilêv kir: “Ji 5 zewicandinan yek jî di temenê zaroktiyê de pêk tê. Niha jineke ku di 16-17 salî de hatibe zewicandin û zarokek keç a ne çûbe dibistanê, gelo dê çawan karibe azadiya aboriya xwe qezenc bike? Dema jin bixwazin hevjînê xwe berdin, dê ji wê re bê gotin ‘Ger tu berdî, dê tenê salekê mesrefa te bide.’ Jin dê rastî nêzîkatiyek wisan werin. Min tu wate neda qanûna mesrefê ya dinava bernameya 100 roj çalakiyên Erdogan de cih digre. Gelo çima sererastkirina qanûnê dinava vê bernameya xwe bi cih kir? Ev pir watedare. Ev qanûn dê jinan mexdûrtir bike.”
 
MA / Aydin Atay