'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'

  • jin
  • 13:21 18 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, bal kişand ser niqaşên debarê/nefeqeyê û guhertinên ku AKP dixwaze pêk bîne û wiha got: "Bi niqaşên heta heta dixwazin li ser debarê operasyona hişekî ava bike. Dixwazin bi van niqaşan jinê mahkûmî tundî û hevneberdanê bike." 
 
Bi hevkariya Wezareta Dadê û Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê li Enqereyê bi sernavên "Hevdîtinên Rojevê: Pergala debar/nefeqeye" ji bo rakirina debarê niqaş meşandin. Dîsa Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, dema  plana 100 rojan a çalakiyê aşkere kir, cih da nefeqeyên xizainyê jî. Piştî Rapora Komîsyona Astengkirina Hevberdanê ya Meclisê û bi taybetî piştî gotina “Jin ji debar/nefekeyê hêz digirin û hev berdidin" nihaq pêş ketibûn û wezaretan ev guhertin anîn rojevê. Di vê pêvajoya ku Wezareta Dadê amadekariyên guhertinan dike, di pergala Nefeqe/debarê de rewşa “Pêvajoya zewacê", “Xwedî zarokbûn", “Temenê jina hevjînê xwe berdaye" û “Rewşa hatina wê ya aborî" û "Rewşa qisûra wê" tê hesapkirin û hiqaşkirin. 
 
'NEFEQE-DEBAR NE TENÊ AYDÎ JINÊ YE'
 
Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, bal kişand ser niqaşên debarê/nefeqeyê û guhertinên ku AKP dixwaze pêk bîne û wiha got: "Bi niqaşên heta heta dixwazin li ser debarê operasyona hişekî ava bike. Dixwazin bi van nihaşan jinê mahkûmî tundî û hevberdanê bike. Di vê zagonê de ne tenê jin dê jê sûd bigirin. Lê bi taybetî piştî zewacê yên dikevin rewşa xizan jin in. Ji ber ku destûr nadin jin li derve karê bedarê bikin. Xebatên jinan di malê de bi sînor dihêlin. Bêtir bi karê xizmeta malê, zarok û kal û piran bi sînor  dikin. Hemû berpirsiyara malê didin ser milê jinê. Jinên ku berî bizewicin li derve kar dikin, piştî dizewicin bi zextên mêr di malê de tên hepiskirin. Neçar dimîne ji karê xwe yê derve qut bibe. Armanc û bijartina jinan ne stendina nefeqe ye, Lê ji ber vê jiyanê li wan ferz dike, jin neçar dibînin ku vê yekê hilbijêrin. Wekî ku li derve tê niqaş kirin ne raste. Wekî ku heta heta jin dê nefeqe bistînin operasyona hiş ava dikin. Ev niqaş ne rast e. Dema em li rastiyê dinerin pîvan û qeysa nefeqe pir hindik e. Jin bi vê nefeqeyê nikarin debara xwe bikin. Dema nefeqe bidin, li rewşa herdu aliyan dinerin. Rewşa kijan alî baş be, divê aliyê baş nefeqe bidin aliyê xizan. Lê bi piranî ji bo mêr xwe ji dayîna nefeqe rizgar bike hebûna malê xwe li ser kesên din qeyd dike. Gelek kes piştî pêvajoya darazê qeyda xwe ya sîgorta jê dibe. An jî meaşê xwe kêm nîşan dide ku nefeqe dene. 
 
NEFEQE NAYÊ TAHSÎLKIRIN
 
Gulum,  destnîşan kir ku ligel nefeqe ew qas bû mijara niqaşan jî qîmetek pir kêm e û wiha berdewam kir: "Piştî têkoşîna çend salan pivanek pir hindik distîne. Ji bo nefeqe zêde bibe, divê disa doz vekin. Jinê neçar dike ku hebûna mal û milkê mêr îspat bike. Ji bo vê yekê divê jin parêzerekî bikire. Dozê veke. 2 salan li benda encama dozê raweste. Dîsa mesrefa parêzer bide. Gelo ew qas hêza jinê heye. Ger ku hêza wê hebe pêdiviya wê ji nefeqe tune. Nefeqe nayên tahsîlkirin. Tu mîsogeriya dewletê ku bi awayekî otomotîk nefeqeyê bide tune. Her çend biryara dadgehê hebe jî divê hûn şopandina îcrayê bikin. Yanî disa pêvajoyek hiqûqî u mesrefê dixwaze. Di vî milî de dewlet berpirsiyariyê nade ser xwe." 
 
KOMÎSYONÊ MÊR ESAS GIRT
 
Gulum, xwest li ser rewşa jinê niqaşek bê meşandin û wiha bi dawi kir: "Komîsyona hevberdanê gotinên Komeleya Mêrên Berdayî esas girt. Lê divê jin esas bên girtin. Komîsyon bi rêxistinên jinan re hevdîtin nekir. Jinên ku bi salan têkoşîna mafê jinê dide guhdar nekirin. Xwezî dema jin nu rastî tundiya mêr hatin hev berdana. Lê mixabin li vî welatî ev rewş tune û jin di nava çar diwaran de asê mane. Ji ber zextan jin vê hêz û baweriyê bi xwe re nabîne. 
Bi vê rêbazê jinan tewşîkî neberdanê dikin. Niqaş tenê bi nefeqê ne bi sînor in. Bi vê rêbazê AKP dijminantiya jinê dike û gav bi gav destkeftiyê jinan tune dikin. Baweriya jinê ya li hemberî wê lawaz dikin. Di van niqaşan de jinan li ber çavan nagirin û mêr dikin kirde. Dixwazin jin hevjînê xwe bernedin û di nava malê de rastî tundiyê bên.
 
EMÊ TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN
 
Em dê li hemberî hemû êrîşên li dijî jinê tora xwerêxistin û têkoşîne xurt bikin. Em dê bi jinan re civînan pêk bînin û hiqaşên xwe bi hêzkirin û têkoşînê berdewam bikin. Em dê jin mil bidin milê hev û li qer qadê têbikoşin. Divê her jin li tax û qada xwe dengê xwe bilind bike. Em bi hevre bifikirin, bi hevre niqaş bikin û bi hevre têkevin nava tevgerê." 
 
MA / Berivan Altan