Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne

  • jin
  • 10:34 18 Cotmeh 2018
  • |
img
COLEMÊRG – Parlamenterên jin ên HDP’ê ji bo Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî li bajêr xebat birêve dibin. Wekîlên jin gotin “Leyla Guven vîna gelê Colemêrgê ye. Bila demildest bê berdan.” 
 
Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Semra Guzel û Ayşe Surucu li ser navê Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî li bajêr xebat birêve birin. Wekîlên jin li navend û navçeyan bi gel re hatin ba hev û xwestin Guven bê berdan. 
 
AYDENÎZ: LEYLA GUVEN VÎNA COLEMÊRGÊ YE   
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir ku Leyla Guven bi vîna gelê Colemêrgê hatiye hilbijartin û got: “Tekane sedema girtina wê daxuyaniya ji bo Efrînê ye. Desthilatdariyê tehamulî daxuyaniyê nekir. Di hezîranê de biryara berdinê dan. Lê demildest dîsa biryara dewama girtina wê dan. Di dîroka hiqûqê de mînakek wiha xerab nehatiye dîtin. Heman dadgehê biryara xwe binpê kir. Piştî berdana Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu, parêzerên me jî ji bo berdana Leyla Guven serlêdana berdanê kirin. Lê ev serlêdan jî hat redkirin.” 
 
‘BIRYARÊN JI BO GUVEN LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINAN E’ 
 
Aydenîz destnîşan kir ku dethilatdarî her tim li ser destkeftiyên kurdan zextan dike û wiha dewam kir: “Biryara ji bo Leyla Guven jî tên dayîn parçeyek çewisandin û zextan e. Leyla Guven vîna gelê Colemêrgê ye. Di heman demê de ev biryarên ji bo Guven tên dayîn li dijî têkoşîna jinan e jî. Biryarek li dijî siyaseta demokratîk e. Niha em li ser Leyla Guven li bajêr xebat birêve dibin. Kelecan û moralê me ji vir wergirt em ê bibin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û ji Guven re ragihîhin.” 
 
GUZEL: GELÊ COLEMÊRGÊ NE BI TENÊ YE 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî da zanîn ku ew li Colemêrgê li ser navê Leyla Guven xebatê birêve dibin û got: “Li gel Leyla Guven hat hilbijartin jî lê bi biryarek siyasî nayê berdan. Serlêdana dawî jî ya ji bo berdana Guven hat betalkirin. Divê niha Leyla Guven di nav me de bûya. Em niha li vir li ser navê Leyla Guven xebatê birêve dibin û wek her demê em ê gelê Colemêrgê bi tenê nehêlin. Di demek nêz de em ê bi Leyla Guven re li van kolanan xebatê birêve bibin.”