Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin

  • jin
  • 16:13 17 Cotmeh 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Nûnertiya Dev Tekstîl a Çukurova, Hêrêma Serbest a Mêrsînê ya jina karker Ş.B. dert kir û ji kar derxistin, şermezar kir. Sendîkayê, xwest fîrmeya tekstîlê RDL a lê tundî rû da, ji vê şaşiya xwe paş ve vegere. 

Nûnertiya Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger a Çukurova (Dev Tekstîl), alîgirê patronê karkera jina binavê Ş.B. a li Herêma Serbest a Mêrsîn dixebitî yê Ş.B. derp kir, şermezar kir. Civîna çapemeniyê li nûnertiya sendîkayê pêk hat û ji Buroya Jinan a Dev Tekstîl Zuhal Sûbaşi daxuyanî da. Sûbaşi, diyar kir ku bi hezaran karker di Herêma Serbest a Mêrsînê de bi pereyek kêm dixebitin û ewlekariya canê wan tuneye. 
 
Sûbaşi, anî ziman ku gelek mafên karkerên herêma serbest ji wan hatine girtin û wiha got: “Çi dema karker mafê xwe bixwazin wê demê rastî êrîşên cuda tên. Gelek caran bê pirs û pirsiyar ji kar tên avêtin û ji bo tazmînetê nexwazin, wan necarî îstîfa kirinê dikin. Karker li vê der ê rastî nêzîkatiyên mobbîng tên. Jinên karker tim zêdetir rastî zextan tên. Karên herî zor bi wan didin kirin. Saetên wan ên kar zêdetire. Ev demek dirêj bû bi awayekê mobbîng nêzî hevala me Ş.B. dibûn. Her dawî karkera jin a nêzî patron tê zanîn tundiyê li Ş.B. Dike. Ş.B. a  di 15’ê Cotmehê de rastî tundiyê tê, li nexweşxanê rapora lêdana li wê hatî kirin digire. Ş.B. serî li rayedarên pêwîst da û bêvajoya hiqûqî da dest pê kirin.” 
 
Sûbaşi, da zanîn ku Ş.B. a rastî tundiyê hat, dûre ji kar hat avêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Herêma Serbest bûyerên wiha tim rû didin. Em dixwazin firmaya tekstîlê demildest ji vê şaşiya xwe paşve vegere.”