TJA : Jin dê bi binçavkirinan paşve gav neavêjin

  • jin
  • 11:52 10 Cotmeh 2018
  • |
img
AMED - TJA xwest rojnameter û siyasetmedarên dibin çavan de bên berdan û got: “Jin dê bi binçavkirinan paşve gav neavêjin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê operasyona ku navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat, gelek siyasetmedar û rojnameger hatin binçavkirin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA, di daxuyaniya da de wiha got: “Roj nîne ku li vî welatî jin neyên qetikirin, tacîz û tecawîz kirin. Roj nîne ku mafê jinan neyên dizîn, qezencên wan neyên dagirkirin, keda wan neyê xwarin, neyên binçavkirin û girtin. Lê bila baş bê zanîn ku li dijî van êrîşan emê tu carî dest ji têkolîna xwe bernedin. Sonda me ya ideaya azadiyê, ji çekên hişmendiya faşîst a AKP û MHP’ê bi hêztir û xurtire. Bila dewleta desthilatdar a zayendperest, rantxur, netewperest ên xeyalên dê bi binçavkirinan gavê bi jinan paşve bidin avêtin, baş zanibîn ku dê ev xeyala wan tu carî pêk neyê. Ji ber ku hûn jî baş dizanîn sonda me ji çekên we bi hêztir û mezintire, hûn di tarîtiya şevê de bi awayekê panîk dikevin nava tevgerê. Êdî dinya alem vê yekê dîzane. Em dixwazin kesên hatin binçavkirin demildest bên berdan. Em bang li hemû sazî û dezgehên demokrat dikin ku têkoşînê bilind bikin.”
 
NAVÊ JINÊN HATIN BINÇAVKIRIN WIHANE:
 
Navê jinên hatin binçavkirin wihane: “Eylem Caylan, Selma Metîn, Nevriye Çûr, Fîgen Ektî, Elîf Haran, Aygul Alagunduz, Dilnaz Ekmekçî, Fîgen Aras Kaplan, Merkiye Ormanci, Pinar Sakiktekîn, Sîyajîn Nefise Yildirmaz, Leyla Ayaz, Kadriye Ozcanlî, Evîndar Aydîn, Kîbriye Evren, Esra Solîndal, Mehtap Metîn, Sema Koç, Xeçe Şen, Ruken Kiliç, Derya Aslan, Selda Erten, Yuksel Baran, Sîdar Aydin, Muslîme Kalkan, Nuran Gunbatan, Hulya Bîçen, Zelal Bîlgîn, Berîvan Elter, Pinar Işik, Ayşe Zengîn, Zelîha Gumuş, Emîne Turan, Seher Tumer, Yasemîn Ozer, Aliye Tok, Kadriye Fîdan, Tuba Dundar, Azîze Abîş, Ayşe Dîcle, Nazan Opan, Eda Bazencîr, Gulustan Yildiz, Neslîhan Karacadag, Rûken Koyûn, Ayşe Koyûn, Necla Tanriş, Hanîm Bîçîmlî, Rûken Akça, Lamîa Kûmral, Emel Ozge, Leyla Tekdag, Habîbe Ekîncî, Halîse Yavûz, Pinar Saraç Kalkan, Nalan Ozaydîn, Zehra Ozdemîr, Dayika Aştiyê Songul û Zîn a paşnavê wê nehat zanîn.”