‘Bêjin krîz tune jî em birçî dijîn'

  • jin
  • 10:10 21 Îlon 2018
  • |
img
AMED – Welatiyên Amedê bertek nîşanî gotina Serokomar Erdogan a “Kriz tune. Hemû manipulasyon/derew e” dan û wiha gotin: "Ji ber zemê her roj zêde dibin em nikain pişta xwe rast bikin. Em nêvî têr û birçî dijîn. Hûn dibêjin em di heman keştiyê de ne. Lê heqê rêya me ya dolmîşê tune. Em çawa di heman keştiyê de ne." 
 
Welatiyên Amedê bertek nîşanî gotina Serokomar Tayyip Erdogan a 'Krîz tune ye. Hemû manipulason in' dan û diyar kirin ku ger krîz tune be çima nikarin heqê rê bidin dolmîşê û çima birçî ne. Welatiyên navçeya Rezan a Amedê bertek nîşanî gotina Erdogan dan û diyar kirin ku hemû kes birçî dijîn û nan tune bibin malê. Welatiyan destnîşan kir ku ger krîz tune be çima her roj hemû alavên jiyanê zem dibe. 
 
'EM ROJEKÊ TÊR Û ROJEKÊ BIRÇÎ NE'
 
Dayika 5 zarokan Edibe Çîçek (45) diyar kir ku ew hemaliyê dike û bi vî rengî debara xwe dike û wiha got: "Em her roj bi zemê hişyar dibin. Em nikarin debara xwe bikin. Xwarin tev buha bûne. Niha torbeyek deterjan bûye 45 TL. Berê min bi 50 tl li bazarê hemû pêdiviyên hefteyekî dikir, lê niha ez dest vala vedigerim malê. Pêdiviya mirovan ne tenê xwarin û vexwarin e. Alavên malê, yên dibistanê û gelek pêdiviyên din ên jiyanî hene. Torbeyê arvan bûye 125 tl. Hevjînê min mehê hezar û 500 TL qezenç dike. Lê Mehê 2 hezar tl lêçûna me heye. Mehê 500 tl em dibin deyndar. 
 
HERÎ ZÊDE XIZAN DIKEVIN BIN BANDORA KRÎZÊ
 
Çîçek anî ziman ku herî zêde xizan dikevin bin bandora krîzê û her roj zem li ser zemê zêde dibe. Em diçin ku dibêjin dolar. Niha hemû cih û warê me li me xedexe kirine. Kes nikare biçin cihê xwe û gundê xwe. Kes nikare biçe ser çandiniyê xwe û sewalên xwe. Her der qedexe kirine." 
 
Malbata Çakir ku 7 zarokan wan hene jî diyar kirin ku nikarin debara xwe bikin. Dayika 7 zarosan Muslime Çakır, diyar kir ku zem li zer zemê zêde dibe û nikarin debara xwe bikin. Kar tune, lê zem heye. Xizanî u birçîbûn heye. Tenekeya rûn bûye 130 TL, torbeyê arvan bûye 125 TL. Kîloya îsot û bacanan bûye 3 tl. Me berê bi 300 tl hemû pêdiviyên malê dikirî. Lê niha em nikarin tiştekî bikirin. 
 
'ÇI DIBE LI ME XIZANN DIBE'
 
Fatma Kiziltepe ya ku tevî hevser û 6 zarokên xwe di xaniyê 500 TL de dijî wiha got: "Hevserê min nexweş e. Tenê lêçûna zarokên min ên dibistanê 300 TL ye. Mesrefa nexweş her mehê 150 TL ye. Ez bi 50 tl nikarim biçin bazarê. 100 jî têra me ya bazarê nake. 
 
 
Welatî Hanım Çetin (58) jî anî ziman ku ew û kurê xwe kar dikin, lê dîsa nikarin debara malê bikin û xizanî pir zorê li wan dike. Çetîn, anî ziman ku her tişt bêtir xera dibe û wiha got: "Em ne di heman keştiye dene. Em her ku diçin xizan dibin. Niv têr in. Ew li keştiyê suyar dibin. Lê em nikarin heqê rêya dolmîşê bidin." 
 
MA / Esra Solin Dal