Kişanak pirtûka ‘Kurd Siyasetînin Mor Rengî’ nivîsand

  • jin
  • 12:57 13 Îlon 2018
  • |
img

STENBOL - Pirtûka “Kurd Siyasetînin Mor Rengî” ya ji ezmûnên jinên di siyaseta herêmî û giştî de peywir girtin û niha di girtîgehê dene pêk tê, dê bi etîketa weşanxeya Dîpnotê di 21’ê Îlonê de di refan de cih bigire. 

 
Pirtûka “Kurd Siyasetînin Mor Rengî” ya ji ezmûnên jinên di siyaseta herêmî û giştî de peywir girtin û niha di girtîgehê dene pêk tê, dê bi etîketa weşanxeya Dîpnotê di 21’ê Îlonê de di refan de cih bigire. Pirtûka ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û niha di Girtîgeha Kandirayê de dimîne ve hat nivîsandin, jinên siyasetmedar ên di girtîhê de bi nivîsên xwe piştgirî danê. 
 
DI PIRTÛKÊ DE EZMÛNÊN TÊKOŞÎNA JÎNA TÊ VEGOTIN
 
Jin, di pirtûkê de biryardarî û wêrekiyên xwe yên li dijî pergala desthilatdar a zilam radixin li ber çavan û rastî astengiyên çawan hatine nivîsandine. Dîsan di pirtûkê de behsa tecrûbeyên jinên Kurd ên di qada siyaseta demokratîk bi dest xistin dike û piraniya pitûkê bi çîrokên jinan hatiye nivîsandin.
 
GELEK JINÊN SIYASETMEDAR JÎ NIVÎS NIVÎSANDIN 
 
Navên jinên siyasetmedar ên ji pirtûka Gultan Kişanak amadekir re nivîsandin wihane: “Aysel Tugluk, Burcu Çelîk Ozkan, Çaglar Demîrel, Dîba Keskîn, Dîlek Hatîpoglu, Edîbe Şahîn, Evîn Keve, Fatma Dogan, Fîgen Yuksekdag, Gulser Yildirim, Leyla Guven, Nurhayat Altun, Sara Kaya, Sadiye Suer Baran, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Servîn Karakoç, Yildiz Çetîn, Zeynep Han Bîngol, Zeynep Sîpçîk û Mukaddes Kubîlay."
 
Kişanak, mafê telîfê yê pirtûkê jî, diyar malên xwendinên jinan kir.