Jinên girtî: Hema bêje her hefte ceza li me dibirin

  • jin
  • 09:36 12 Îlon 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê, 22 girtiyên jin ragihandin ku hema bêje her hefte ceza li wan tê birîn. Jinan diyar kir ku li qawîşan 6 kamera hene û her çend Wezareta dadê diyar kiriye ku ev kamera bên rakirin, lê dîsa jî nehatine rakirin. Jinan destnîşan kir ku ji ber wan ser kamerayan girtiya, cezayê huceryê li 30 kesî hatiye birîn. 
 
Sevim Ekin, Halime Acar, Songul Aydin, Mevlude Şik, Şengul Mehmetoglu, Emine İnan, Aysel Kayavurucu, Narin Tok, Emine Erkan, Fethiye Okçiçek, Kubra Çelik, Remziye Karadag, Necmiye Boz, Sila Turkmen, Naciye Sevuk, Ahiret Turan, Dicle Bozan, Mizgin Ozatiz, Gulistan Seçkin, Eshar Hasan, Besime Halis û Yeliz Çopur ku di Girtîgeha Jina ya Xarpêtê de ne, di 27'ê Tebxê de nameyek şandin û di nameya xwe de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. 
 
Girtiyên jin diyar kirin ku di 8'ê Hezîrana 2018'an de ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa R hatine kirin û paşê Wezareta Dadê ev girtîgeh veguherandiye Girtîgeha Jina a Xarpêtê. Girtiyên jin gotin: "Girtîgeha Tîpa R ji bo girtiyên nexweş hatiye dîzaynkirin. Di qawîşekê de 6 kamera hene û gelek paceyên çavdêriyê hene û tim tên şopandin." 
 
CEZAYÊ HUCREYÊ LI 30 JINAN HAT BIRÎN 
 
Girtiyên jin destnîşan kir ku bi van kamerayan û şopandinê mafên wan tên binpêkirin û ev yek derî mafê nepeniya jiyana taybet e. Jinan got: "Ji bo vê mijarê du hevalên me yên nûner hevdîtin bi rayedarên girtîgehê re çêkirin û xwestin kamera bên rakirin. Her wiha wan ji bo vê yekê name ji gelek rêxistinên civaka sivîl re jî şandine. Lê belê, daxwaza me nehat qebûlkirin. Piştî vê me jî bêyî ku zirarê bidin kamerayan me ser wan girt. Her wiha Wezareta Dadê biryara rakirina van akmerayan dabûn, lê dîsa jî nehatin rakirin. Ji ber ku me ser van kamerayan girt ceza hucreyê li me 30 kesan hat birîn. Her wiha kameraya li hewadariyê jî hat vekirin. Piştî vê rojên me yên revîrê ku rojê heftê carekê bû, kirin 20 rojan carekê. Dema em diçin cem bijîşk jî, bêyî me muayene bike dibêje 'nerihetî derûnî ye' û me dişîne qawîşê." 
 
‘TEKMÎLA DI NÎZAMA LEŞKERÎ DE' 
 
Jinan got: "Di demên dawî de bi awayekî kelemçekirî me derdixin, tekmîla di nîzama leşkerî de tê ferzkirin û her çend em di bin ewlehiya 5-6 leşkerên bi çek dene jî, ketina milê hev tê ferzkirin. Bi vî awayî mafê me yê tedawîkirin û welatîbûyînê tê xespkirin. Tuzuka girtîgehê ku 10 sal berê ji meriyetê hat rakirin, piştî Rewşa Awarte li gelek girtîgehan careke din ket meriyetê. Di dema rewşa Awarte û piştî wê de li girtîgehan pergaleke cezakirinê hatiye çêkirin û cezayên dîsîplînê pergaleke derî pergala girtîgehê ye. Binpêkirinên mafan dispêrin vê tuzukê û bi vî awayî dixwazin van kirinên xwe rewa bikin." 
 
‘HEMA BÊJE HER HEFTE CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ TÊ BIRÎN' 
 
Jinan, anî ziman ku ji ber berzkirina dirûşmeyên ku di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye, hema bêje her hefte cezayê dîsîplînê li wan tê birîn û gotin: "Dixwazin bi awayekî sîstematîk têkiliya me û malbat û hevalên me yên derve qut bikin. Bi awayekî sîstematîk em tên tecrîdkirin." Jinan, di nameya xwe de anî ziman ku mduurê nû bi awayekî kêfî nûnertiya wan qebûl nake û got: "Ji ber vê hemû hewldanên me yên diyalogê yên bi rayedarên girtîgehê re hatine astengkirin. Ji bilî van binpêkirinên mafan, gelek binpêkirinên din jî hene. Lê me daxwazên xwe yên sereke nivîsandin. Heta nûnertiya me û daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê dest bi çalakiyên bêîtaatiya sivîl bikin ku ev mafekî me yê hiqûqî ye."