Ji MKGP'ê ji bo tevlibûna daneşîna rojnamegerên jin bang

  • jin
  • 15:11 9 Îlon 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, ji bo piştevaniya rojnamegerên jin ku ew ê vê hefteyê daneşîna doza wan bê dîtin, banga tevlibûna daneşînê kir. 
 
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) derbarê rojnamegerên jin ên ku dê vê hefteyê daneşîna doza wan bê dîtin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku bi sernavê "Rojnamegerî tê darizandin" hat weşandin de wiha hat gotin: "Li her dera cîhanê rejîmên tundî parêz ji bo ku meşrûyeta xwe bidin avakirin û pergala xwe mayînde bikin di serî de çapemeniyê hedef digirin."
 
'Tê xwestin ku jinên rojnameger bêdeng bimînin'
 
Di daxuyaniya ku hat diyarkirin li dijî rejîmên ku bi yek dengî weşanê dikin û çapemeniya ku li gorî wan tevbigere diafrînin, Çapemeniya Azad di hemû şert û mercan de li gel civakê cihê xwe digire û dibe dengê kesên ji derveyî civakê tên hiştin. Herwiha hat diyarkirin ku tê xwestin Çapemeniya Azad bi girtin, qedexe û astengkirin bê bêdengkirin. Li aliyekî din di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku li gorî daneyên rêxisitnên pîşeyî yên navneteweyî li Tirkiyeyê herî kêm 183 kedkarên çapemeniyê di  girtîgehê de ne, bi dehan jî ji derve de tên darizandin û daxuyanî wiha hat berdewamkirin :
 
"Di nava gengêşiya ku îkdîdar, dixwaze çapemeniyê veguhêze û bêdeng bike bi taybetî xaleke din a ku divê bê bibîrxistin heye ku ew jî rojnamegerên jin in. Kesên ku naxazin rastî bên aşkerakirin û dixwazin çapemeniyê bêdng bikin, bi giştî rojnamegeran hedef digirin û bi taybetî jî dixwazin ku rojnamegerin jin bêdeng bikin, rojnamegerên ku nikarin bêdeng bikin jî hedef nîşan didin û polîtîkayeke tundiyê ya taybet li dijî rojnamegeran dane avakirin. Nîşana vê polîtîkaya tundiyê jî ew e ku ew ê vê hefteyê li Stenbol û Mûşê daneşîna jinên rojnamger bê kirin."
 
'ROJNAMEGERÎ NE SÛCE'
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dozên jinên rojnameger ku ew ê di vê hefteyê de bên dîtin û di serî de jinên rojnameger, bang li rêxisitnên jinan û hemû derdorên demokratîk hat kirin ku tevli daneşîna dozên jinan ku wê vê hefteyê bên dîtin bibin. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Di vê rêwîtiya ku em bi hişmendiya jinê dikn de divê ku em jinên rojnameger li dijî kesên ku naxwazin rastî ji civakê re bên ragihandin yekitiya xwe ava bikin û li hevalên xwe xwedî derkevin. Rojnamegerî ne sûce. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin."
 
Di daxuyaniyê de cih û dîroka daneşînên jinên rojnamger ku ew ê vê hefteyê bên dîtin wihan e:
 
 "*Nuçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin, dê di 12'ê Îlona 2018'an de danişîna wê ya 3'yemîn li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bê dîtin. 
 
*Ji edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETA) Pinar Gayip û Semîha Şahîn, dê di 10'ê Îlona 2018'an de li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê derkevin pêşberî dadger.
 
*Edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku berî 4 mehan qeyîm tayînî wê hat kirin û piştî qeyûm hatin girtin û şandin Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun û xebatkara rojnameyê Pinar Tarlak jî di nav de 6 rojnamegerên girtî bi giştî 14 xebatkarên rojnameyê dê di 12'ê Îlonê de li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê derkevin pêşberî dadger.