Jınên Gomanê: Em ê tacîzkar li gundê xwe nehewînin

  • jin
  • 10:57 6 Îlon 2018
  • |
img
DERSIM – Li gundê Gomanê ya bi ser navçeya Mazgirtê ve Muzaffer G. hewl da jinekê tacîz bike. Jinan bertek nîşanî tacîzê dan û gotin: “Em ê di gundê xwe de tacîzkar nedin hewandin.” 
 
Li gundê Gomanê ya girêdayî navçeya Mazgirta Dersimê hefteya bihûrî Muzaffer G. hewl da jinekê tacîz bike. Li ser agahî bihîstina tacîzê Muzaffer G. hat binçavkirin. Piştî îfadeyên wî hatin girtin hat berdan. Platforma Jinan a Dersimê û jinên gund li dijî vê ketin tevgerê û ji bo tacîzkar bê darizandin û ji gund bê derxistin dest bi têkoşînê kirin. 
 
Ji jinên gund Cemîle Polat anî ziman ku ew tacîzkar Muzaffer G. li gundê xwe naxwazin û berdana wî bêaramiyê daye wan. Polat got piştî hewla tacîzê ew bi şev nikarin rakevin û got: “Li gund astengdar û zarok hene. Bi taybetî em ji bo wan bi qilqal in. Em newerên zarokên xwe tenê berdin ber derî jî.” 
 
‘DEWLET TACÎZKARAN DIPARÊZE’ 
 
Hakîme Gumuşboga a ji gund jî destnîşan kir ku ew tacîzkar li gundê xwe naxwazin û got: “Heke îro vê yekê anî serê jinekê, dê sibê bîne serê hemû jinan. Çimkî tişta ku kir jê re ma. Bila gundê me birekîne. Peywîra dewletê ne berdana tacîzkaran e, bila wan bidarizîne. Binçavkirin û berdana wî hemû gundiyan dixe nav metirsiyê.” 
 
‘BÊCEZAKIRIN TACÎZÊ BELAV DIKE’ 
 
Cemîle Vural jî diyar kir ku bêcezakirina tacîzkar û tecawizkaran rewşê tîne vê astê, tacîzê belav dike û xwest sûcdar cezayê xwe bikişînin û berdana Muzaffer G. wan dixe nav metirsiyan. 
 
'NÊZÎKATIYA DEWLETÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Rabîa Hasdemîr jî da zanîn ku hewldana tacîzê navê gundê wan xera dike û got: “Şerma herî mezin e. Mayîna tacîzkar a li gund jî sûc e. Ez dixwazim tacîzkar bê cezakirin. Nêzîkatiya dewletê ya li hember tacîzkaran jî nayê qebûlkirin. Jixwe dewlet jî dixwaze jin tune bibin. Dewlet sûcdaran bê ceza dihêle û jinan jî bi van bûyeran re hevrû dihêle.” 
 
‘EM LI GUNDÊ XWE NAHEWÎNIN’ 
 
Naîle Elveren jî bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirinê û got tu hêviya wê ji dewletê nîne û ew ê Muzaffer G. li gundê xwe nedin hewandin.