Hevserokên jin ên HDP’ê li hev kom bûn

  • jin
  • 11:39 3 Îlon 2018
  • |
img
ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo di hilbijartina herêmî û di pêvajoya nû de xeta xwe ya têkoşînê diyar bike bi hevserokên rêxistinên bajaran ên jin re li hev kom bûn.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo di hilbijartina herêmî û di pêvajoya nû de xeta xwe ya têkoşînê diyar bike bi hevserokên rêxistinên bajaran ên jin re li hev kom bûn. Li 41 bajaran hevserokên jin ên HDP’ê hene û giştî ji wan di girtîgehan de ne. 
 
Civînê bi pêvajoya siyasî û rêxistinî dest pê kir. Di civînê de dê jinên hevserok xebatên herêmî, pirsgirêkên herêmê, dê li herêman têkoşîna azadiya jinan çawa li pêş bikeve û perspektîfa jinan a li herêman çawa derkeve holê nîqaş bikin. 
 
Her wiha di rojeva civînê de tê payîn plansaziya meclîsên jinan dê di serdema nû de bê avakirin heye. Pêşniyar û nîqaşên derkevin holê dê di rojên pêş de ji aliyê kordînasyona jinan ve bê nirxandin.