Tevlêbûna kampanya HeForShe'yê zêde dibe

  • jin
  • 09:21 17 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL – Her diçe beşdarbûna kampanyaya HeForShe ku ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî bi armanca parastina wekheviya zayendî ya civakiyî û mafên jinan hat avakirin zêde dibe. 

Di sala 2014'an de kampanyaya berpirsiyariya civakiyî ya HeForShe ji aliyê Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî bi armanca pêkanîna wekheviya zayendî ya civakiyî û parastina mafên jinan hat destpêkirin. Her diçe beşdarbûyîna ji bo vê kampanyayê zêde dibe. Duh hejmara kesên destekê didin kampanyayê milyar û 300 milyon kesan derbas kir. Tevî sazî û dezgehên welatên cîhanê bi awayekî şexsî jî destek ji bo kampanyayê tê dayîn. 
 
Armanca kampanyayê ew e ku li tevahiya cîhanê mirov hay ji fikra wekheviya zayendî ya civakiyî hebin û kampanya diparêze ku mesele tenê ne meseleya jinan e. Meseleya mafên mirovan e. Ji bo wekheviya zayendî ya civakiyî, kampanya bang li hemû kesên cîhanê dike ku hêz û wêrekiyê biafirînin û hedef ew e ku cîhaneke ku wekheviya zayendî ya civakiyî bê avakirin.  Armanca kampanyayê ne tenê behsa wekheviya zayendî ya civakiyî bike. Di heman demê de ew e ku kesên destekê didinê hêza xwe bikin yek û bi çalakiyên xwe cîhanê biguherînin. Kampanya ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêran, hewl dide ku mêrên ji ber vê nerihet in jî destek bikin û di vê çarçoveyê de li Tirkiye û cîhanê gelek mêr destekê didinê. 
 
Berpirsiyarên Kampanyayê diyar dikin ku li cîhanê gelek mêr hay ji vê yekê hene ku pirsgirêka newekehviyê tenê ne jin û zarokên keç in, mêr jî dibin qurbanê newekheviyê û ev bîrbirî li mêran peyda bûye.  Kesên dixwazin hay ji kampanyayê hebin dikarin bi lînka "http://www.heforshe.org/" hay ji kampanyayê çê bibin: