Meclîsa Jinan a HDP'ê: Krîza aborî krîza rejîma yek zilamî ye

  • jin
  • 13:47 15 Tebax 2018
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemir, têkildarî krîza aborî li navenda giştî ya HDP'ê daxuyanî da û diyar kir ku kirîza aborî krîza rejîma AKP'ê ya yek zilamî ye. Taşdemîr, destnîşan kir ku operasyona 3 rojin li dijî HDP’ê pêk tê berdewama plana hilweşînê ye. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dirayet Dilan Taşdemir, li navenda Giştî ya HDP'ê der barê rojeva jinê de daxuyanî da. Taşdemir, anî ziman ku di rojên dawî de li dijî endam û rêveberên HDP'ê  operasyon tê meşandin û wiha got: "Piştî Serokê Giştî yê AKP'ê gef li endamên HDP’ê xwar û got "Piştî Serokê AKP'ê got ên deng dane HDP'ê dê hesab bidin, zextên li ser HDP'ê zêde bûn. 3 salin li ser HDP'ê plana têkçûnê tê meşandin. Niha deh hezaran hevalên me li zindanan dîl tên girtin. Em van operasyonan wekî operasyonên tunekirina HDP'ê pênase dikin. Îro kriza aborî ku pêş dikeve krîsa siyasî ya AKP'ê ye. Krîza rêveberiyê ye. Kriza rejîma yek mirov e. Faşîzma ku 16 sal ta bi ta tê ristin e. Encama politîkaya înkar, îmka, zext û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan e. Niha li Tirkiye krîza AKP’ê ya yek zilamî heye. Krîza ku dixwaze sermayeya xwe ava bike ye. 
 
HERÎ ZÊDE JIN BI BANDOR DIBIN
 
Taşdemîr, herî dawî anî ziman ku krîza aborî herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dike û wiha lê zêde kir: "Krîza aborî herî zêde bandorê li ser kedkar, jin û zarokan dike. Mêrê serdest dixwaze li ser bedena jinê û keda jinê zorê ava bike. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ev krîz çareser nabe. Ji bo krîz çareser bibe divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibin. Divê tecrîda li ser Îmraliyê bi dawî bibe. Divê zext û tundiya li ser jinan bi dawî bibe. Divê li bajarê Çadiri yê Serêkaniya Rihayê derî ji venêrtinê re bê vekirin. Li wir jin ji aliyê peywirdarê kampê ve rastî îstîsmarê tên. Jin û zarokên ji şer reviyane li vir rastî tundî û îstîsmarê tên. Ev sûcê şer û sûcê mirovahiyê ye. Em dibînin ku AKP di qada cîhanê de çawa penaberan dike amûrê berjewendiyê. Em dixwazin ev yek bê venêrtin.  Li girtîgeha Tarsûsê zext û binpêkirinên mafan gelek zêde bûne. Ev encama polîtîkayên AKP'ê ne. Divê pitika 13 mkehî Arin bê berdan. Divê pira 78 salî Sise Bingol bê berdan. Em dê şopdarê doza Dilek Dayar bin. Ji sedî 98 bê ewle û bê tenduristi kar dikin."