Taşdemîr: Derbaskirina krîzê bi avakirina demokrasiyê pekan e

  • jin
  • 11:26 15 Tebax 2018
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemîr, diyar kir ku krîza aborî encama polîtîkayên AKP'ê yên 16 salan ku li ser şer, tundî, pişaftin, înkar û îmhayê dimeşîne ye. Taşdemîr, destnîşan kir ku çareseriya krîzê bi pêşxistina demokrasiyê pêkan e. 
 
Li Tirkiye di mehek dawî de lîrayê Tirk (TL) li hemberî dolar û euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Her ku TL li dijî dolar û euro kêm dibe krîza aborî kûr dibe. Lê Serokê AKP'ê Serokomar Erdogan diyar dike ku pirsgirêka aborî tune ye û kesên qirîza aborî bilêv dike wan wekî neyarê Tirkiye nîşan dide. Her çend çapemeniya AKP'ê bertekên gel ên li dijî krîzê veşêre jî dîsa jî nerazîbûn û pertekên gel ên li dijî krîza aborî roj bi roj zêdetir dibe. Têkildarî mijara krîza abori Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dirayet Dilan Taşdemir, diyar kir ku krîza aborî encama krîza AKP'ê ye û encama polîtîkayên AKP'ê yên şer, tundî û bişaftina gelan e. Taştemîr, anî ziman ku AKP 16 salin polîtîkayên înkar û şer li ser gelan dimeşîne û krîza ku îro pêş dikeve encama politîkayên 16 salan ên AKP'ê ye. Taşdemîr, bilêv kir ku ev krîz ne tenê girêdayî rahip Brunson e û wiha got: "AKP bi vê krîzê nijadperestiyê sor dike. Hewl dide ku vê krîzê têxe stiyên hêzên derve. Lê ev encama rejîma yek zilamî ye. Hemû sermaye pêşkêşî çend mirovan hatine kirin. Krîza heyî krîza rejîma yek zilamî ye. Encama sorkirina şer e. Bertekên gel ên li dijî vê pirsgirêkê berovaji dike. Îktîdara AKP'ê dixwaze ser vê yekê bigire. Ev krîza demokrasi û azadiyê ye. AKP 16 salin bi înkar, îmha, pişavtin û şer xwe li ser piyan dihêle. 
 
'SEDEMA KRÎZÊ DIJMINANTIYA KURDAN E'
 
Taşdemîr, bi bîrxist ku divê milê siyasî yê krîzê baş bê dîtin û wiha berdewam kir: "Lêçûna leşkerî û şer nayê dîtin. Şerê li Rojhilata navîn û xeyalên Osmanitiyê nayên dîtin. Dijminantiya kurdan nayê ditin. Pereyên revandin Grava Manê, Mijara Zarrab û pergala yek zilamî hemû sedema krîzê ne. Sedema herî bingehîn a krîzê înkar û bişaftina kurdan e. CHP û İYİ muxalefeta li dijî krîzê baş nîşan nade. Tu carî AKP li hemberî van krîzan hesab neda gel. 
 
'HERÎ ZÊDE JIN DIKEVE BKIN BANDORÊ' 
 
Taşdemir, bilêv kir ku herî zêde jin dikeve bin bandora krîza aborî û wiha pêde çû: “Pergal her dem îktîdarê li ser keda jinê û înkara azadiyê pêş dixe. Em dibînin ku siyaseta serdestiya mêr ku jinê dike kole pêş dixin. Berî her tiştî jinan betal dihêlin û karê wan ji destê wan digirin. Herî zêde mudaxaleyî jiyana jinê dikin. Ev krîz dê herî zêde bandorê li ser jinê bike. Lê em li dijî van polîtikayên ku krîzê pêş dixin bi biryarin têkoşîna xwe bilind bikin. Ger ku demokrasî pêş nekeve krîz dê mezintir bibe. Çareseriya vê yekê pêşxistina demokrasî û azadiyê ye. Divê pirsgirêka kurd bi riya demokratik çareser bibe. 
 
 
DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BI DAWÎ BIBE
 
Taydemîr, da zanîn ku ji bo krîz rabe pêşiste tecrîda li ser Ocalan jî rabe û wiha bi dawî kir: "Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Divê dawî li rejîma yek zilamî bînin. Divê hemû jin, hêzên ked û demokrasiyê xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî xurt bertek nîşanî vê yekê bidin. Em wekî HDP dê li dijî vê yekê muxalefetê bi rêxistin bikin. 
 
MA / Berivan Altan