Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • jin
  • 16:52 14 Tebax 2018
  • |
img
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, bertek nîşanî operasyona polîsan a di saetên serê sibê lidar xist da û got: “Li dijî êrîşên li ser vîna me, em banga piştevaniyê li jinan dikin.”
 
Di saetên serê sibê de li dijî endam û rêveberiyên HDP’ê yên gelek bajaran operasyon hat lidarxistin û gelek kes hatin binçavkirin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê binçavkirin û êrîşên li ser HDP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Tu carî têkoşîna azadiya jinan nayê asteng kirin. Polîtîkayên dijminantiya AKP’ê ya li dijî jinan belavî hemû qedan bûye. Li dijî van polîtîkayan emê têkoşîna azadiya jinan li hemû qadan belav bikin û bilindtir bikin. Li dijî êrîşên li ser vîna em jinan, em bang xurtkirina piştevaniyê li tevahiya jinan dikin.”