Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê: Di serdema nû de em ê li kolanan bin

  • jin
  • 14:13 22 Tîrmeh 2018
  • |
img

WAN - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, xeta polîtîk û têkoşînê ya jinên parlamenter di serdama nû de danin pêşiya xwe vegot û wiha axivî: “Di Meclîsê de, em çiqasî cih birin, emê ewqas jî li kolan, qad, malan û avahiyên partiyê de cih bigirin û emê têbikoşin.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo xeta xwe  ya polîtîk û têkoşînê ya serdama nû diyar bike, di 20’ê Tîrmehê de li Wanê di kampê de civiyan. Kampa HDP’ê ya Wanê berdewam dike. Parlameterên jin ên di roja yekemîn a kampê de li hev civiyan, li ser çareseriyên alternatîf û têkoşîna li dijî polîtîkayên jin ên AKP’ê bi rêve bibin nîqaş kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, derbarê têkoşîna jinên HDP’ê yên di serdema nû de birêve bibin de, axivî.
 
‘TÊKOŞÎNA JINAN BI MEKANAN VE NE SÎNORDARE’
 
Taşdemîr, diyar kir ku bi hilbijartina 24’ê Hezîranê re, derbe li pergala parlamenteriyê hat xistin û wiha got: “Têkoşîna jinan a li dijî vê yekê, bi mekanan re ne sînordare. Hemû rêveberiyên Tirkiyeyê, di şexsekê de hatin kom kirin. Mekanîzmayên daraz û dadgeha bilind bêfonksiyon hatin hiştin. Pêvajoyek krîz û kaosê heye. Rejîma yekzilamî dixwaze pergela xwe ya dîktator ava bike.”  
 
‘SEROVENIYA AZADIYA JINÊ BEDELÊN PIR MEZIN DA’
 
Taşdemîr, zanî ziman ku pergala Serokkomariyê ji bo jina rîske û wiha bilêv kir: “Rejîmeke ku têkoşîna azadiya jinê hedef digire. Em jî li dijî vê yekê ketin nava  hewldanên alternatîf avakirinê. Seroveniya azadiya jinana bedelên pir giran da. 40 sala pêşeroja tevagera Jinên Kurd heye. Dîsan pêşketin û mîrasek dîrokî ya tevgerên jinên li Tirkiyeyê heye. AKP jî mîna hemû desthilatarên berê, polîtîkayên dijminantiya jinê berdewam dike. Hewl dide di qada siyasî û çemawerî de jinan tesfiye bike. Li dijî pergala Serokkomartiyê, divê rêxistinên jinan bên gel hev û têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo serdema nû, li dijî dijminantiya jinê û gelan, emê rêxistinbûyîna xwe mezin bikin, xeta xwe ya têkoşînê xurt bikin. Emê cardin têkiliyên xwe bi rêxistinên jinan re ava bikin û alternatîfên nû danîn holê.”
 
 ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIBIN KOLANAN’
 
 Taşdemîr, derbarê nîqaşên jinên HDP’î yên di kampê de birêve birîn de jî, ev agahî dan: “Me li ser xeta polîtîk û têkoşînê ya jinên parlamenter ku di serdama nû de birêve bidin nîqaş kir. Her çiqasê bixwazin naveroka meclîs û parlameteriyê vale û bêwate bikin jî, weke ku em li meclîsê bin, emê ewqas jî li kolan, qadan, malan û avahiyên partiya xwebin û bi biryardarî emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”