Baroya Rihayê dê bibe mudaxilê lêpirsîna îstîsmarê ya li Sîwereg hat jiyîn

  • jin
  • 13:38 19 Tîrmeh 2018
  • |
img
RIHA - Komîsyona Zarokan a Baroya Rihayê, diyar kir ku ewê bibin mudaxilê lêpirsîna zaroka 14 salî A.B. a li Sîwereg rastî îstîsmara bira û xalê hatibû. 
 
Komîsyona Zarokan a Baroya Rihayê, ragihand ku ewê mudaxilê lêpirsîna zaroka 14 salî A.B. a li navçeya Sîwerega Rihayê rastî îstîsmara bira û xalê hat û di encama îstîsmarê de zarok keç anî dine, bibin.  Serokê Komîsyona Zarokan a Baroya Rihayê Gokhan Devrîm, diyar kir ku ewê mudalixê dosyeya lêpirsînê bibin û got: “Li ser dosyayê biryara veşartinê heye. Ji bo em mudaxilê dosyayê bibin, emê dinava heftê de daxwaznamê bidin.
 
BÛYER
 
Zaroka 14 salî A.B. a bi malbata xwe re li Taxa Kale ya navçeya Sîwereg a Rihayê dijî, di 7’ê Tirmehê de nexweş ket û malbatê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê. Piştî muayeneyê hat diyarkirin ku A.B. ducaniye. A.B. a sanciyên wê zêdebûn, rakirin beşa welidandinê. A.B. a zarokek wê ya keç çêbû, ji ber ku hîna zarok bû, bijîşkan agahî dan polîsan. Polîsan di çavdêriya derûnnas de îfadeya A.B. girtin. A.B. diyar kiribû ku rastî îstîsmara zayendî ya birayê xwe M.B û xalê xwe M.Î. hatiye û ji ber ku gef li wê xarine ji malbata xwe û kesekê din re negotiye. Piştî bira M.B. û xalê wê M.Î îfade dan dadger hatin girtin û A.B. jî xistin bin parastinê.