'Ger Wezareta Jinan tune be, em hene'

  • jin
  • 09:14 19 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a Stebolê Dîlara Gevrek, diyar kir ku ger Wezareta Jinan neyê avakirin, dê li dijî îstîmara zarok û qetilkirinên jinan çareserî neyê dîtin û got: “Di serdema nû de emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ger Wezareta Jinan tune be, em hene.”
 
Hikûmet bi salane, daxazên rêxistinên jinan ên avakirina Wezareta Jinan ji nedîtî ve tê. Hikûmet li şûna daxwazên jinan pêk bîne, hewl dide Wezareta Xebat, Xizmeta Civakî û Malbatê bixe pratîkê. Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê, di rojên derbas bûyî de daxuyaniya “Ger Wezareta Jinan tune be, em hene’ dan, xwe amade dike ku têkoşîna li dijî îstîsmara zarokan û kuştinên jinan mezintir bike. Meclîs, hedef dike ku rêxistina 81 bajaran ava bike û li dijî polîtîkayên jin û zarokan tune dihesibîn in, têbikoşin. Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Dîlara Gevrek, derbarê xebatên di serdema nû de bi rêve bibin de, agahî da.   
 
Gevrek, diyar kir ku daxwaza wan a avakirina Wezareta Jinan berdewam dike û wiha axivî: “Ji ber ku Wezareta Jinan tuneye, îstîsmar û kuştinên jinan zêdetir dibin. Wezareta Xebat, Xizmeta Civakî û Malbatê daxwazên me pêşwazî nake û bûye weke wezareta torbe. Em tu carî polîtîkayên jinan tune dihesibîne qebûl nakin. Ji ber vê yekê em dibêjin Wezareta Jinan nebe, em hene.”
 
'EM DI FERMA MAFÊN XWE DENE'
 
Gevrek, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Civakê teşwîqî pêkanînên xesandin û dervekirinê dikin. Ev nîqaşên derxistin holê, ji çareseriyê dûrin. Em qanûnên guncaw, li gorî hiqûqa gerdûnî gunvaw be û pêkanînên layîqî  mafê mirovan dixwazin. Em di ferqa mafê xwe dene. Di hemû rewşê de mê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ji rayedaran pirs dikin; Jinên ku vê yekê bikin hebîn, gelo hûnê çi bikin? Danayên kuştinên jinan ên heyî jî, em ji wezaretê nagirin. Em dibin hovitiya li ser jinanm zêdetir bûye. Divê pêşiya vê bê girtin û Wezareta Jinan bê avakirin.”    
 
'DI SERDEMA NÛ DE EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎN IN’
 
Gevrek, destnîşan kir ku weke Meclîsa Jinan hedef dikin ku li 81 bajaran rêxistinbûyan xwe ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îstîsmar û windabûna zarokan tim di rojava me dene. Em ê vê tim di rojeve xwe de bigirin. Herî dawî li Nexweşxaneye Bagcşilarê di encama îstîsmara zayendî de 392 zaroka ducanê bû û bi awayekê fermî nehatibûn qeyd kirin. Ji ber vê daxwaza me ya avakirina  Wezareta Zarokan û Wezareta Jinan berdewam dike. Ji bo parastina zarokan di destên me de, belgeyên pir şênber hene. Ji bo serdema nû ji niha de me hedef danîne pêşiya xwe û emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li hemû kesan dikin ku bên beşdarî vê têkoşînê bibin.”
 
MA / Necla Demîr