Banga tevlibûna mitîngê: Werin em piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê biqîrin

Parve bike:
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata bal kişand ser girîngiya mitînga ku dê li Meydana Îstasyonê bê lidarxistin û got: "Em dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojavayê biqîrin."
 
Platforma Saziyên Demokratîk, dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 25’ê Çileyê de li Meydana Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Azadiya Rêbertiyê azadiya Rojavayê ye” mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Endamên platformê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Çetîn Arkaş ê ku berê li Îmraliyê hatibû ragirtin, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek kes beşdar bûn.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Atayê di daxuyaniyê de ev tişt got: “Mitîng heta 25’ê Çileyê hat taloqkirin. Di navbera 4’ê Çileyê û 25’ê Çileyê de rojev pir guherî. Rastiya ku gelê me li Rojavayê dijî, li hemberî çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê ku di bin navê dewletê de wekî artêşekî neteweyî bi ser gel de tên şandin, hewcehiya gotina gotinekê derket holê. Em jî dixwazin di vê mitîngê de deriyên Girtîgeha Îmraliyê werin vekirin, zemînek were avakirin ku Rêbertî di vê pêvajoya ku em tê de ne gotina xwe biêje, tevkariyê li pêvajoyê bike û karibe bi her kesî re hevdîtinê bike. Di heman demê de, em dixwazin pişgtiriya xwe bi gelê Rojava re biqîrin, Kobanê niha di bin dorpêçê de ye û destkeftiyên wan tên hedefgirtin.”
 
Ayla Akat Atayê destnîşan kir ku ew dixwazin di 25’ê Çileyê de li Meydana Îstasyonê bi pêkhateyekî xurt re bên cem û wiha pê de çû: “Em ji gelê xwe bawer dikin. Em îradeya wan a ji 6’ê Çileyê ve, ji roja ku êrişên li ser Rojavayê dest pê kirine, dibînin. Ji bo ku em wê îradeyê di 25’ê Çileyê de bibin Meydana Îstasyonê û peyama girseya li meydanê bicive bigihîje cihên têkildar, em ê di van sê rojên dawî de çi ji destê me were bikin. Em ê ne tenê ji bo gelê Kurd ê li van axan dijî, ji bo îrade, deng û keda hemû beşên ku baweriya wan bi pêkvejiyana li ser vê axê heye, werin cem hev.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.