Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike

  • jin
  • 09:53 15 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Parêzer Ceren Şîmşek, nîqaşên “Xesandin” û “Darvekirinê” yên derbarê bûyerên îstîsmara zarokan de, nirxand û got: “Nîqaşên xesandinê tenê tê wateya rewakirina tecawizê.”
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe îstîsmar û revandinên zarokan zêde dibin. Li dijî van bûyeran di raya giştî de nîqaşên “xesandin” û “Darvekirinê” ketin rojevê. Desthildarî hewl dide qanûnên îstîsmara zarokan zêdetir bike, derbixe. Yek ji van qanûnan jî “Xesandin” û “Darvekirine.” Parêzer Ceren Şîmşek a bi dozên tecawîz, tacîz û îstîsmarên li dijî jin û zarokan re eleqedar dibe, helwesta dadgehan ên di bûyerên wiha de û pêkanînên heyî nirxand. 
 
'DI DADGEHAN DE HÎN JÎ DAXWAZA ZAROKAN TÊN NÎQAŞKIRIN'
 
Şîmşek, diyar kir ku tenê ji sala 2017’an ve 389 zarok rastî îstîmarê hatin û wiha axivî: “Ji ber nêzîkatiyên darazê yên ne cezakirinê, dibe sedem ku bûyerên wiha zêdetir bibin. Demekê li ser îstîsmar û zewicandina zarokan nîqaş hebûn. Ev hişmendî çawan ku di meclîsê de heye, mixabin di darazê de jî heye. Di salonên dagehan de daxwaza zarokan tên nîqaşkirin. Qanûn û hevpeymanên navneteweyî yên ji bo parastina zarokên ji xwe hene, lê ev qanûn û hevpeyman bi cih nayên anîn. Ji xwe biryarên dadger û dozgeran li holêne û ne cezakirinek mezin heye.
 
'DIXWAZIN XESANDIN Û DARVE KIRINÊ REWA BIKIN'
 
Şîmşek, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Her ku bertekên raya giştî zêde dibin, ji b ovan bertekan biguherînin, nîqaşên xesandin û darvekirinê dixin rojevê. Li dijî îstîsmarê, sererast kirinên wiha ne rastin. Xesandin dê tacîz û tecawîzê zêdetir bike. Hewl didin bi vê rêbazê, ji nû de zayendiya civakî biguherînin. Bi vê sererastkirinê re dixwazin tecawîzê rewa bikin. Di esasê xwe de pirsgirêk, pirsgirêka hişmendiye. Ev mînakekê civakî ya baviksalariye. Vî sûcî kesek dike, lê kesên fetwaya zarok dikarin bên zewicandin didin jî heman sûcî dikin. Li hemû deran ev hişmedî heye û li gorî vê yekê nêzîkatî tê kirin.”
 
'SAZIYÊN KU JINAN NAPARÊZIN MA EM Ê ÇI LÊ BIKIN?’
 
Şîmşek, bersiv da pirsa “Em ê çawan bikin?” jî û wiha got: “Saziyên divê jin û zarokan biparêzin hene, lê bi tu awayî zarok û jinan naparêzin. Saziyên jin û zarokan naparêzin ma emê çi lê bikin. Dîsan hikûmeta AKP’ê di warê pêşîlêgirtina îstîsmarê de, ne jidile. Berevajî ji bo zêdekirina îstîsmarê, hewl dide qanûnên nû îmze bike. Weke tê zanîn xesandin û darvekirin ne çareseriye. Darvekirin ne cezaye, rêbazê dewletê yê tol girtinêye. Tu carî bi rêbazên xesandin û  darvekirinê, li dijî sûcên tacîz û tecawizan têkoşîn nayê meşandin. Berî her tiştî divê çanda ne cezakirinê ji holê bê rakirin û sûcdar cezayê heq dike lê bê birîn. Divê li dijî hişmendiya zilam a serdest têkoşînek daîmî bê meşandin.”
 
MA / Bêrîvan Altan