Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike

  • jin
  • 09:12 15 Tîrmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Nivîskara pirtûka destan a Rojnamegeriya Lêkombûna Zayenda Çivakî Elif Akgul, diyar kir ku zimanê nûçeyê bandora xwe li ser teşekirina civakê dike û xwest li ziman baldar bin. Nivîskara pirtûkê Çiçek Tahaoglu jî xwest rojnameger zimanê ku hildibijêrin û pê nûçe dinivîsin her dem di lêpirsînê re derbas bikin. 
 
Bianet û Kaos GL bi hevre li ser zimanê nûçeyan projeyek amade kirin û kirin pirtûk. Pirtûka Rojnamegeriya Lêkobûnbûna (Odakli) Zayenda Çivakî hat çapkirin. Pirtûk wergerî kurdî û îngîlîzî jî hatiye kirin. Edîtora Bîanetê Çiçek Tahaoglu û Edîtora berê ya Bianetê Elif Akgul pirtûk amade kir. Pirtûk ji sernavê "Jin û LGBTÎ+’yî kengî dibin nûçe? Kengî nabin nûçe?", "Ragihandina bi çavkaniya nûçeyan re", "14 xalên ji bo reva ji zayendîparestiyê ya di nûçeyê de" û "Cerebeyên navenda nûçeyan ên Bianetê" pêk tê. 
 
'DIVÊ WEKHEVIYA ZAYENDIYA CIVIAKÎ  BÊ AVAKIRIN'
 
Edîtora Nûçeyên jinê û LGBTİ+ ya Bîanetê Çiçek Tahaoglu, têkildarî pirtûka Nûçegîhana Lêkombûna Zayendiya Civakî diyar kir ku di perspektifa "Nûçegîhana lêkombûna maf" perwerde dan û encama niqaşên li ser perwerdehiyê kirin pirtûk. Tahaoglu, diyar kir ku karê nivîsê piranî di nava fikara "Ez vê nûçeyê çêkim dibe şaş be," de ye. Ji bo nûçegîhaniya wekheviya zayendiya civakî divê vê hincetê ji holê rakin. Her wiha divê vê nûçegîhaniyê belav bikin. Divê her nûçegîhan û edîtor bi çavê lêkombûna zayendiya civakîbûnê li nûçeyê û zimanê nûçeyê binerin. Ev pirtûka destan ji bo vê yekê alîkar e. 
 
DIVÊ NÛNERTIYA WEKHEV ESAS BÊ GIRTIN 
 
Tahaoglu da zanîn ku hem di milê dîtbarî de û hem jî di milê nivîskî de divê wekheviya zayendî esas bê girtin û li gorî vê yekê baldarî bê pêşxistin û wiha got: “Zimanê zayendîperestiyê pir pêş ketiye. Me ev yek wisa qebûl kiriye. Ji ber vê yekê em ne di ferqa wê de ne û em dinivîsin. Divê em her hevok û her peyvê baş li ser lêkolîn bikin û têxin nava lêpirsînê. Her peyva ku em hildibijêrin divê em di parzûn re derbas bikin û baş lêkolîn bikin. Ev pirtûk dê ji bo her kesî bibe alîkar. Em dixwazin ji bo her kesî bibe çavkanî. " 
 
DIVÊ HER NÛÇE LI GORÎ LÊKOMBÛNA ZAYENDIYA CIVAKÎ BÊ DESTGIRTIN
 
Yek ji amadekara pirtûkê Elif Akgul jî xwest her rojnameger û nûçegîhan bi çavê lêkombûna zayendiya civakî li zimanê nûçeyê binere û ne tenê di 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê de van mijaran binin rojevê. Akgul, diyar kir ku zimanê nûçeyê bandora xwe li ser teşekirina civakê dike û xwest li ziman baldar bin. Akgul, anî ziman ku çawa karê rojnameger civakê ronî bike û agahdar bike ye, divê ziman jî wisa rast bike. Minak divê ji peyvê 'Takima voleybola Bayan" 'Zilamê zanistê", 'Zilamê kar" divê êdî neyê nivîsandin û li şûna wê 'Mirovên kar", "Mirovên zanistê" bên nivîsandin.