'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'

  • jin
  • 14:40 14 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Yekîneya Navenda Polîtîkayên Alternatîf, Aştî û Demokrakiyê (DEMOS) ku li Kolombiya pêvajoya aştiyê û beriya aştiyê lêkolîn kir, encala lêkolînê kirin rapor. Di raporê de hat diyar kirin ku rola jinan a di nava pêvajoya aştiyê de gelek zêde ye. Di raporê de ji bo Tirkiye pêşniyarêr aştiyê hatin kirin. 
 
Yekîneya Navenda Polîtîkayên Alternatîf, Aştî û Demokrakiyê (DEMOS), encama şerê 50 salan ku li Kolombiya berdewam kir û piştre dest bi pêvajoya aştiyê kirin, li Otela Neva Palasê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kir.  DEMOS'ê pişti lêkolîn kir, rapora bi ser navê "Aştî û Zayendiya Civakî: Pêvajoya Atiyê ya Kolombiya" amade kir û li Otela Neva Palasê bi raya giştî re parve kir. Endamên yekîneya lêkolina DEMOS'ê Guneş Daşli, Nisan Alici û Julia Poch Figueras rapor amade kirin. Rapor ji aliyê Dilan Elveren Guneş Daşli û Nîsan Alici ve hat pêşandan. Elveren, diyar kir ku jin û endamên LGBTİ’ê yên di nava pêvajoyê de cih girtin rolek mezin di pêvajoya aştiyê de cih girtin û wiha got: "Yekem car jin tev li vê pêvajoyê bûn. Ji bo lêkolînê di sala 2017'an de em çûn Kolombiya." Guneş Daşli jî anî ziman ku di peymana aştiyê de jinan û endamên LGBTİ’ê wekî aktorên ku biryarê bidin di nava pêvajoyê de cih girtin. Li Kolombiya jinên xwecîhî, rêxistinên feminist, tevgerên jinan, û nêzî 20 rêxistinên cuda di nava pêvajoyê de cih girt. Bi van rêxistinan re hevditin hatin kirin. Li Kolombiya pêvajoya muzakereyên aştiyê di sala 2012'an de dest pê kir. Di sala 2014'an de Komîsyona Jêr ya Zayenda Civakîbûnê hat avakirin. Herêmên ewle hatin avakirin. Kesên di şer û pevçûnê de rastî tundiya zayendî hatin, hatin parastin. Di bin navê Dadgehên Aştiyê de li dijî êrîşa zayendî yekîne hatin avakirin. Ya herî girîng, kesên sucdarên tundiya zayendî li dervê sînorê efûyê hatin hiştin. Li Kolombiya yek ji mijara herî dijwar ku bê axaftin tundiya zeyendî bû. Ji bo ronîkirin û aşkerekirina ev qeqîqeta ku jin jiyane derkeve holê qatên bi ewle hatin avakirin û peyman hat îmzekirin. Hikûmeta Kolombiya û FARC’ê qebûl kirin ku di pêvajoya şer de sucên zayendî pêk hatin. Lê herdu aliyan jî ev bûyer û rûdan wekî geşedanên tekakesî qebûl kirin. Dema em hemû analîzan lêkolîn dikin, ji bo Tirkiye ku vê pêvajoyê dijî wekî rewşek kritik hat diyarkirin."  
 
‘YEKEM CAR JIN DIBE XWEDÎ AX'
 
Endama lêkolînê Nisan Alici jî bal kişand ser pêvajoya aştiyê û rola jinan û endamên LGBTÎ.  Alici, da zanîn ku li Kolombiya bi 350 jinan Zîrveya Jinan a Neteweyî pêk anîn û rojevek hevpar diyar kirin. Alici, da zanîn ku yek ji destkeftiyan Komîsyona Jêr ya Zayenda Civakîbûnê ye û wiha got: "Di her sernavê peymanê de nerîna li dijî zayendiya civakîbûnê tê nivîsîn. Rêxistina LGBTÎ jî bi awayekî nûnertî di navde cih digirin. Kolombiyayên Afro û jinên xwecihî jî di navde cih digirin. Jin dibin xwedî ax. Ev ji bo jinan destkeftiyek e. Di pêvajoya xebatê de li Kolombiya nêzî 300 parazvanên mafên mirovan hatin kuştin. Yek ji xebatên herî girîng jî xebatên parastina mafên mirovan xistin bin parastin û ewlehiyê. Nêzî 50 salan şer pêk hat. Piştî şerekî dûr û dirêj pêvajoya aştiyê hilbû û daket û hilbû.