TJA: Pergala nû ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye

  • jin
  • 11:42 13 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED - Aktîvîsta TJA Fîgen Ektî, bal kişand ser Pergala Hikûmeta Serokkomariyê û got: “Bi vê pergalê hewl didin hemû dînamîkên civakê tune bikin. Ev pergal ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye.”
 
Piştî Pergala Hikûmeta Serokkomariyê bi fermî hat îlankirin, bertekên rayagiştî ya li dijî kabîneya hat diyarkirin berdewam dikin.  Di nava kabîneya 16 kesan de, tenê du wezîrên jin cih digirin. Ji bo Wezareta Xebat, Xezmeta Civakî û Malbatê, Nûnera Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) a Enqerê Zehra Zumrut Selçuk a nêzî hikûmetê tê zanîn, hat diyarkirin û Alîkara Serokê Desteya Hewldanên Jinan a Odeyan û Borsayan a Tirkiyeyê (TOBB) Ruhsar Pekcan jî, bû Wezîra Bazirganiyê. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî, dê li dijî Pergala Hikûmeta Serokkomariyê çawan têbikoşin vegot. 
 
'KABÎNEYA ŞERE'
 
Ektî, kabîneya nû weke “Kabîneya şer” nirxand û wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê dinava 16 salan de çi anî Tirkiyeyê me hemûyan bi çavên xwe dîtin. Em niha bi pergalekê ku hewl dide hemû dînamîkên civakê ji holê rabike re rû bi rû ne. Lê bi pergala hat anîn re jî, nayê wê wateyê ku têkoşîn qediya.  Berevajî destpêka gelek tiştane. Ev pergal ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye.”
 
'EMÊ BI TÊKOŞÎNA JINÊ BIGUHERÎN IN’
 
Ektî, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Di dema hikûmeta AKP’ê de, tundî û bûyerên zayendî yên li dijî jin û zarokan pir pir zêdetir bûn. Hewl didin polîtîkayên tundiya li ser jinê meşrû bikin. Di avakirina kabîneya 16 kesan de tenê 2 jin cih digirin. Bêyî ku agahiyê bidin jinan, cih dan wan. Jin weke kirde û cewher nayên ditîn. Weke bireser tên dîtin. Cihê ku hikûmeta AKP’ê dide jinan, nava malê ye û welidandina zarokane. Ev hemû ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînek hîn mezintire. Ji ber jin dê bi têkoşîna xwe van biguherîne.”
 
'REJÎMEK DIJMINÊ JINAN E'
 
Etkî, dest nîşan kir ku têkoşîna jinê, têkoşînek gerdûniye û wiha dawî  li axaftina xwe anî: “Divê ev têkoşîn tenê bi jinên Kurd û jinên dibin sîwana TJA de cih digirin re, bi sînordar nemîne. Lê TJA divê pêşengtiya têkoşînê bike. Ev rejîm dijminê jinane. Ji ber ku bi îlan kirina OHAL’ê û derxistina KHK’an re saziyên jinan girtin. Îro bi hezaran jin di girtîgehan dene. Ji ber vê yekê ev rejim li tevahiya Tirkiyeyê û herêmê talûkeyek mezin ava dike. Jin û ciwan divê mil bi mil torên têkoşînê bihonin.”
 
MA / Ozgur Paksoy