‘Sedemên derûnî yên îstismarkirina jin û zarokan hene'

  • jin
  • 09:21 13 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED - Endama Înîsyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê Leyla Tûrhan, diyar kir ku sedema zêdebûna îstismarkirina jin û zarokan sedemên derûnî ne. Tûrhan got, Rewşa Awarte û pêkanînên bi vî rengî di civakê de şidet û îstismarê zêde kirine. 
 
Li Tirkiyeyê bertekên li hemberî îstismarkirina jin û zarokan didomin. Endama Înîsyatîfa Derûnasên Mezopotamyayê Leyla Tûrhan, anî ziman ku derbarê zêdebûna îstismarkirinê de nîqaşên darvekirinê ketine rojevê û ev yek mijarê ji armanca wê dûr dixe. Tûrhan destnîşan kir ku zêdebûna îstismarkirina zarokan û şideta li ser jinê pirsgirêkeke pergalê ye û divê li derveyî pêvajoyê neyê nirxandin. 
 
Tûrhan, destnîşan kir ku ji ber Rewşa Awarte û pêkanînên bi vî rengî îstismarkirina zarokan û şideta li hemberî jinê zêde bûye û îstismarkirina zarokan girêdayî feraseta ku îktîdar dixwaze ava bike. Tûrhan got: "Bûyerên îstismarê pirsgirêkek pergala nêrza ye. Di bingeha wê de îktîdar, koçberî û saîqa serdestbûyînê heye. Bi taybetî jî di demên dawî de em dibînin ku eziyet li heywanan tê kirin. Kesên eziyetê didin heywanan û kesên eziyetê didin zarokan ne dûr hev in. Di kesên ku bi feraseta koçberî û îkîdarê gihane de, bi piranî nêzîkatiyeke ku serdestiyê li kesên bêhêz bike heye. Di bingeha gelek binpêkirinên mafan de ev feraset heye." 
 
ÎKTÎDAR LI SER SEDEMÊN ÎSTISMARÊ HÛR NABE 
 
Tûrhan, bi bîr xist ku îktîdar ji dêvla ku li ser vê rewşa derûnî û civakiyî hûr bibe, diçe çareseriyê di xesandin û darvekirinê de dibîne. Tûrhan got: "Em dixwazin bibêjin ku ev yek ne çareserî ye. Îstismarkirina zarokan hêrseke mezin li civakê peyda dike û civak dixwaze demildest vê rewşê hel bike. Îktîdara ku vê yekê dibîne dibêje darvekirin û dixwaze di refleksa civakê de ji xwe re parekê bi dest bixe. Bîrbiriya 'darvekirin çareserî ye, eger darvekirin vê dê şidet bi dawî bibe' li civakê hatiye peydakirin bi temamî şaş e. Heta ku em bi mijara darvekirinê re mijûl bibin, divê em li ser 'em ê çawa rê li ber îstismarê bigirin' bifikirin." 
 
‘DIVÊ JI ZAROKAN RE BÊ GOTIN KU BEDENA WAN XWESER E' 
 
Tûrhan, diyar kir ku di warê astengkirina îstismarê de saziya herî girîng malbat e û got: "Divê malbat ji zarok re bêje bedena wî/wê xwesr e, ji bilî wî/wê kes nikare mudaxile bike. Gelek ferdên malbatê mudaxileyî bedena zarok dikin û li ser bedenê serweriya xwe pêk tînin. Mînak, dema mêvanek bê an jî ximzek bê û bixwaze zarok maçî bike, lê zarok nexwaze û ferdên malbatê vê yekê bi zorê bikin ev tiştekî çewt e. Loma di mudaxilekirina bûyerên îstismar û şidetê de perwerdehiya malbatê ya ji bo zarok girîng e." 
 
Tûrhan, diyar kir ku divê di pergala perwerdehiyê de guherînên nû bên kirin û divê destpêkê di warê zayendî de zarok bên perwerdekirin û divê cudahiyên biyolojîk ên jin û mêrtiyê ji wan re bê vegotin. Tûrhan, bilêv kir ku dema rolên jin û mêrtiyê bên vegotin, teqez divê li ser asasên wekheviyê bên vegotin û divê bê gotin ku ji ber cudabûna zayendî kes ji kesî ne zêdetir û bilindtir e. Tûrhan, diyar kir ku dema zarok awayê jiyaneke azad û wekhev esas bigirin, wexta mezin bibin dê gelek pirsgirêk bên çareserkirin.