Gihayê gulhesilê dawî li sanciyên reglê tîne

  • jin
  • 09:18 13 Tîrmeh 2018
  • |
img

DERSIM - Gihayê gulhesilê ku ji bo tenduristiya jinan baş e, bi taybetî jî ji bo sanciyên di dema reglê de tesîra wê zêde ye. Kîmyager Semra Yeşîl jî xwest jin sûdê ji nebatên xwezayî bigirin. 

Gihayê gulhesilê ku ji bo gelek nexweşînan bi kêr tê, nemaze herî zêde jin bi kar tînin. Gulhesila ku bi kêrî tenduristiya jinan tê, hema bêje li deverên herêmê hemûyan tê peydakirin. 
 
Ev nebata ku havînan dibişkive, piranî li cihên bejî, li qeraxên rêyan û hwd. şîn tê. Gulhesila ku tê jêkirin li cihên sî lê heye tê raxistin û hişkirin û piştî baş hişk dibe, di qutiyan de tê mhuafezekirin. Dû re çend şaxên wê di nav ava kelandî de tê kelandin û piştî neh deh deqîqeyan tê vexwarin. 
 
JI BO SANCOYÊN REGLÊ BAŞ E 
 
Nemaze jî gulhesil ji bo sanciyên reglê bi kêr tê. Jin ji bo ji van sanciyan xelas bibin di dema reglê de çaya gulhesilê pir vedixwin. Her wiha gulhesil di demên menopozê de jî bi kêrî tengasviyên ruhî û xwêdanê jî tê û ji bo çermê mirovan jî baş e. 
 
Tê gotin ku gulhesil ji bo nexweşîna ulser û pençeşêra madeyê û xwîniya mdaeyê jî baş e û her wiha ji bo mîgrenê, xitimandina demarên dilî û tansiyona zêde jî baş e. 
 
‘DIVÊ JIN SÛDÊ JI NEBATÊN XWEZAYÎ BIGIRIN' 
 
Kîmyager Semra Yeşîl ku li ser nebatan dixebite, diyar kir ku gihayê gulhesilê pir bi kêrî tenduristiya jinan tê û nemaze jî di dema reglê de êşa ku jin dikêşin sivik dike. Yeşîl, destnîşan kir ku li gorî lêkolînên ku wê li ser gihayê gulhesilê kiriye, nemaze xwînîbûyîna jinan disekinîne, birînan baş dike, di warê rêkûpêkiya adetê de tesîrên wê yên erênî hene, di dema welidandinê de firka rehîmê rihet dike. Yeşîl, şîret kir ku divê teqez jin gihayê gulhesilê bi kar bînin û sûdê ji nebatên xwezayî bigirin. 
 
MA / Semra Turan