Jinên HDP’î şahî li dar xistin

  • jin
  • 10:16 23 Hezîran 2018
  • |
img
AYDIN - Rêxistina HDP’ê ya Aydinê, li navçeya Efeler bi tevlîbûna namzetên jin şahiyek li dar xist. 
 
Namzetên Jin ên HDP’a Aydinê, li taxa Tellîdede ya navçeya Efeler şahiya jinan li dar xist. Jinên bi cilên rengarenk beşdarî şahiyê bûn, li ber stranan guvend gerandin. Di dema guvendê de coş û tilîliyên jinan bi dawî nebûn. Di şahiya bi coş derbas bû de, namzeta HDP’ê ya Aydin Meral Karakuş, bang li gel kir ku deng xwe bidin û xwedî sindoqan derbikevin.
 
Jinan jî, soz dan ku dê di 24’ê hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin.