Jinan ji bo mîtînga HDP’ê bang kir: Bila jin Bakirkoyê rengdar bikin

  • jin
  • 09:19 15 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOLÊ – Dê HDP roja yekşemê li Bakirkoya Stenbolê mîtîngekê li dar bixe. Jinan ji bo beşdarbûyîna mîtîngê bang li herkesî kirin û gotin: “Em bang li jinan hemûyan dikin ku di 17’ê Hezîranê de ji poltîkayên AKP’ê yên dijminatiya jinan dikin bêjin temam.” 
 
Dê HDP’a Stenbolê di 17’ê Hezîranê saet di 17.00’an de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Ji bo jiyaneke bê şer û bê kedxwarî em tên gel hev” dê mîtîngekê li dar bixe. Jinan bang li herkesî kir ku tev li mîtîngê bibin. 
 
Aktivîsta JIna Demokrat a Nû (YDK) Rabî Guvelî, diyar kir ku divê hemû jin li hemberî polîtîkayên dijminatiya jinan dikin di 17’ê Hezîranê de li Bakirkoyê tev li mîtîngê bibin. Guvelî, bilêv kir ku dê ew enerjiya piştevaniyê ya jinan tev li mîtînga HDP’ê bibe. Guvelî diyar kir ku ‘jin bi hev re hêzdar in’ û got: “Em bang li jinan hemûyan dikin ku di 17’ê Hezîranê de ji poltîkayên AKP’ê yên dijminatiya jinan dikin bêjin temam.” 
 
KESK: BILA JIN BAKIRKOYÊ RENGDAR BIKIN 
 
Sekretera Jin a Şaxa Haber- Sen a Jimare 4’an a KESK’ê Gulseren gungordu jî, diyar kir ku jinên ku di nav HDP’ê de cih digirin siyasete radestî mêran nekirine û got: “Çimkî dizanin ku dema siyaset ji serdestiya mêrî re bimîne, ev yek dibe sedema şer, birçîbûn, xizanî û tacize û herî zêde bandorê li jinan dike. Niha li her derî tekane dengê jinan HDP ye. Loma divê karker, kedkar, ciwan, extiyar hemû jin di 17’ê Hezîranê de bên Bakirkoyê û qadê rengdar bikin.” 
 
Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Tulay Korkûtan jî, diyar kir ku di serdema îktîdara AKP’ê de jiyana jinan veguheriye dojehê û got: “Fatûreya herî giran a xizaniyê, şer û şidetê li jinan tê birîn. Herî zêde jin diêşin. DI jiyana me de tu qad nemaye ku desteser nekirine. Em çawa bikenin, çawa li xwe bikin, çawa rûnin û hwd. mudaxileyî her tiştî dikin. Lê belê jin li ber xwe didin. Jin xwedî li jiyana xwe derdikevin. Jin hêviyê zexm dikin. Jinên tune tê hesibandin, tirsa herî mezin a îktîdara AKP’ê ne. Em ê têkoşîna jinan a li kuçeyan a li hemberî şideta jinê veguhêzînin meclîsê. Loma di 17’ê Hezîranê roja yekşemê hemû jinan vedixwînim Bazara Gel a Bakirkoyê. Bijî partiya jinan HDP. Jin jiyan azadî.” 
 
Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Dîren Cevahîr Şen jî diyar kir ku HDP aştî, wekhevî û azadî ye. Şen, bi lêv kir ku HDP tê wateya ku lawazbûna serdestiya mêr û di siyasete de jin xwedî biryar û gotina xwe. Şen, destnîşan kir ku div ê çarçoveyê de divê ew di 17’ê Hezîranê de li qada mîtîngê bên gel hev. 
 
MA / Necla Demir