'Ger bibim wekil ezê li dijî serdestiya mêr û talankirina xwezayê têbikoşim'

  • jin
  • 09:16 10 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Namzeta HDP'ê ya Kiriklarelî Diren Cevahîr Şen ku bi nasnameya xwe ya ekolojîst, feminist û parêzeriyê tê nasîn, diyar kir ku ger bime wekîl, dê di serî de li dijî serdestiya mêr û talankirina ekolojiyê têbikoşe. 
 
Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) bi gelek nasnameyên rengîn namzetan dibe meclîsê. Armanc dike ku hemû reng, bawerî û nasnameyên cuda bibe meclîsê û nûnertiya tevan bike. Yek ji nasnameyên rengîn namzeta HDP'ê ya Kirklarelî Diren Cevahir Şen e. Şen, bi nasnameya xwe ya feminist, parêzerî û ekolojîst tê zanîn. Bi qasî ji bo mafê jinê têdikoşe ew qas jî ji bo parastina ekolojiyê tê dikoşe. Şen, ji malbatek bi rêxistin tev li têkoşîna parastina ekolojî û mafê jinê bûye. Malbata Şen di nava têkoşîna Sendîkayên cemaweriyê de mezin bûye. Şen ger ku bibe wekîl armanc dike ku berî her tiştî têkoşîna parastina mafê jinê u mafê ekolojiiyê pêş bixe. 
 
‘EZ ALÎGIRÊ AZADIYA JINAN IM'
 
Şen, anî ziman ku ji destpêka jiyana wê de li hemberî siyaseta giştî û parastina mafê jinan hestiyariyek wê heye û wiha got: "Ji bo min parastina mafê sewalan jî pir girîng e. Ez hem wekî aktivista aştiyê, hem jî wekî parazvanê maf tev digerim. Ji ber ku ez dixwazin, aştî, wekhevî û azadiya jinê pêş bikeve di HDP’ê de bûm namzet. Em li dijî edaleta mêr tedikoşin. Ne edaleta mêr, em edaleta rasteqîn dixwazin. Ji ber nasnameya xwe ya parêzeriyê ez cînayetên jinan ji nêzîk ve dişopîm. Têkoşîna vê yekê bi têkoşînka polîtîk û femînîzmê ve girêdayî ye. Ez ketime doza gelek jinên ku mafê xwe yê parastina rewa ya li dijî tundiya mêr parastiye û hatine girtin.  Ez vê yekê jî ne ji bo edaleta mêr, ji bo edaleta rastîn pêş bikeve dikim." 
 
‘EZ DÊ LI DIJÎ ZAGONÊN MÊRÊ SERDEST TÊBIKOŞIM'
 
Şen, destnîşan kir ku daraza mêr, dema mijar dibe jin, biryarên wekhev û adîl nade û wiha lê zêde kir. "Ez dê li dijî daxistina cezayê mêrantiyê têbikoşim. Ger ku ez biçim meclîsê ez dê têkoşîna feminist berdewam bikim. Dema em têkoşîna wekheviyê bi dest bixin, ji bo mêr xwe nas bike û li rastiya xwe vegere emê têbikoşin. Ger ku biçim meclîsê ez dê li dijî hemû zagonên ku serdestiya mêr di navde hebe îtîraz bikim. Ez dê hewl bidim ku bibim dengê hemû jinên ku mafê wan tê xwarin. Ez dê bibim dengê femînîzmê." 
 
'HEWCE BE EM DÊ XWE BAVÊJIN PÊŞ MAŞÎNEYÊN KAR 
 
Şen, bal kişand ser talankirina ekolojiyê ya li Kiriklarelî û wiha berdewam kir: "Dixwazin li Îgneada projeya Santrala Nukleer têxin meriyetê. Ez dê li dijî vê yekê bi taybetî têbikoşim. Pêwiste hemû welatiyên Tirkiye li dijî feraseta ku xwezayê talan dike û Santralên Nukleerê pêş dixe dengê xwe bilind bikin. Ger ku pêwist be em dê li dijî avakirina santralên mirinê û li dijî maşîneyên kar rawestin. Em dê li dijî talankirina xweza û derdorê tekoşina xwe xurt bikin. 
Em dibêjin li şûna xwezayê jî dengê xwe bidin HDP'ê. Zimanê Çiyayên Kure, zimanê Hirçê boz ê Derya Spî tune ye. Zimanê wan em in. Zimanê wan darên rengîn tune ye. Zimanê rûbarên Dersim û Derya Reş tune. Zimanê wan em in. Em dê li meclîsê jî bibim zimanê wan." 
 
'HDP, PARTIYA AŞTIYÊ YE'
 
Şen, anî ziman ku ji ber HDP partiya aştî û azadiya jinê ye divê her kes dengê xwe bide HDP'ê û wiha bi dawî kir: "Ji bo her kes karibe wekî mirovan bijî dengê xwe bidin HDP'ê. Her kes di nava HDP'ê de heye. Ji bo mafê jiyanê, mafê azadiya jinê û jiyana wekhev, ji bo li dijî zilma mêr bibin dengê jinê dengê xwe bidin HDP'ê. Hemû kesên mafê xweza, jinê dixwazin û hemû kesên aştiyê dixwazin divê dengê xwe bidin HDP'ê. Divê hemû kesên rastî neheqiyê tên dengekî xwe bidin HDP'ê û dengekî xwe bidin Demirtaş." 
 
MA / Necla Demir