Ji jinên HDP’ê kampanyeya ‘7 hezar jin, 7 hezar sindoq’

  • jin
  • 11:04 25 Gulan 2018
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqerê, derbarê ewlekariya hilbijartinê de dest bi kampanya “7 hezar jin, 7 hezar sindoq” kirin.  Endama Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Enqerê Zeyno Bayramoglu, diyar kir ku di hilbijartinê de dê jin sindoqan biparêzin.

Yek ji rojevên bingehîn ên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ewlekariya sindoqane. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê xebatên ewlekariya sindoqan berdewam dikin. Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Enqerê di vê çarçoveyê de dest bi kampanya “7 hezar jin, 7 hezar sindoq” kirin. Kesên dixwazin serî li kampanyayê bidin diçin avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê. Kampanya rastî eleqeyek mezin a jinan tê.  Endama Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Enqerê Zeyno Bayramoglu, bal kişand  ser girîngiya hilbijartinê û wiha axivî: “Hevalên me yên jin biçin ku derê xebatên xwe yên xwedî derketina  sindoqan bi rêve dibin. Mîna her carê dê jin xwe dî sindoqan darbikevin.”
 
SERLÊDANA ENDAMTIYÊ DÊ DI 31’Ê GULANÊ DE BIQEDE
 
Bayramoglu, anî ziman ku ji ber ew girîngiyê didin ewlekariya sindoqên hilbijartinê, wan xebatên endamên lijnaya sindoqan birêve birin û wiha got: “Pêvajoya  fermî di 31’ê Gulanê de bi dawî bibe. Piştî namzet diyar bûn, mirovan dest bi xwedî derketinê kirin. Lê tenê nebese. Em armanc dikin ku destpêkê berpirsên dibistanan û dûre jî endamên lejneya sindoqan ava bikin.  Bi taybetî divê hilbijartinê de divê em zêdetir xwedî sindoqan derbikevin. Em dixwazin serê her sindoqekê kesekê erkdar bikin. Kesên dixwazin serlêdan bikin, dikarin li ser sîteya “bizkazanacağiz.org” xwe bigihînin Navenda Giştî ya HDP’ê. Di stantdên hilbijarinê yên me vekirin de jî, ji bo endamtiya lijneya sindoqan em form amade kirin. Hemû kes dikare wisan jî serlêdan bikin.” 
 
'DIVÊ HEMÛ KES ERKA XWE BÎNE CIH'
 
Bayramoglu, da zanîn ku divê hemû kes erka xwe bîne  cih û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû kes difikirin ku ewlekariya sindoqan bi YSK’ê diqede. Lê divê hemû kes xwedî dengên xwe derbikevin. Ji bo em bendavê derbas bikin û Selahattîn Demîrtaş bikin Serokkomar divê em sindoqan baş biparêzin. Gelê Kurd û Tirk dê xwedî sindoqan derbikevin. Divê hemû kes di vê hilbijartinê de erkên xwe bînin cih.”
 
MA / Dîren Yurtsever