'Ji ber îtifaqa jinan esas digire em li cem HDP’ê ne’

  • jin
  • 09:16 25 Gulan 2018
  • |
img

STENBOL – Aktivîsta YDK’ê Sevda Erkiliç destnîşan kir ku li hemberî îtifaqên mêrên serdest ew ê li cem HDP’ê ku îtifaqa jinan esas digire, cih bigirin. 

Aktivîsta Jina Demokrat a Nû (YDK) Sevda Erkiliç, têkildarî hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê got, ji bo ew qadên ku bi dest xistine li hemberî pergala mêr-dewletê biparêzin ew ê di 24’ê Hezîranê de gotina xwe bibêjin. 
 
‘JI POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA JINAN DIKIN RE TEMAM’ 
 
Erkiliç, destnîşan kir ku jin ji polîtîkayên AKP’ê yên dijminatiya jinan dikin re dibêjin “Temam” û ev hilbijartin jî ji bo vê yekê firsendek e. 
 
Erkiliç, diyar kir ku ligel îtifaqa AKP-MHP’ê Îtifaqa Gel jî îdia dike ku ew ê demokrasiyê bînin, lê belê herdu îtifaq di asasê xwe de heman tişt in û ji bo wan herdu îtifaq tên wateya êrîşên nû. Erkiliç, diyar kir ku herdu îtifaq mozîka netew û kêmnetewên li vê erdnîgariyê red dikin û siyaset û polîtîkayên xwe li ser bişavtinê, mêrkirin, sunîkirinê û tirkîkirinê ava dikin. Erkiliç got: “Herdu îtifaq dema parlementeriya wekîlên HDP’ê dihatin betalkirin li cem hev bûn û mil didan milê hevdu.” Erkiliç, diyar kir ku ew li gel HDP’ê ne. 
 
‘XETA HDP’Ê YA DER BARÊ JINAN DE GIRÎNG E’ 
 
Erkiliç, diyar kir ku danezana Namzetê Serkomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş û danezana HDP’ê ya hilbijartinê hemû civakê dihebîne. Erkiliç, di nav HDP’ê de jin xwe tînin ziman, polîtîkayê dikin û ev yek tê wateya hevserokatî û vîna jinê û ji bo wan ev rewş rewşeke girîng e. Erkiliç, diyar kir ku ew li hemberî kesên ku beriya 24’ê Hezîranê û piştî 24’ê Hezîranê dê dê dijminatiya xwe ya ji bo jinan bidomînin, ew ê bi riya meclîsên jinan ên HDK û HDP’ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin û ev yek ji bo wan girng e. 
 
Her wiha Erkiliç ji bo ewlehiya hilbijartinê jî got, ew ê di vî warî de tevî Meclîsa Jina ya HDP’ê bi awayek çalak tev bigerin û ji bo dizî û hîlekariyên AKP’ê derkevin holê ew ê bixebitin. 
 
‘EM JI ÎKTÎDARA SERDEST A MÊRÎ PIR ACIZ BÛN’ 
 
Erkiliç, diyar kir ku êdî dawî ji pergala serdest a îktîdara AKP’ê re ‘temam’ e û got: “Em ji hemû polîtîkayên ku di genên dewletê û felsefeya wê ya damezrîner de hene re dibêjin temam. Em ji îktîdara serdest a mêrî pir aciz bûne û dibêjin êdî bes e.” 
 
MA / Necla Demir