‘Jin ji îktîdara AKP’ê re dibêjin êdî bes e’

  • jin
  • 09:15 24 Gulan 2018
  • |
img

KOCAELÎ – Endama Şaxa Komaleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Fatma Baltûk, diyar kir ku di serdema AKP’ê de cinayetên jinan zêde bûn û got: “Dê jin di 24’ê Hezîranê de ji îktîdara AKP’ê re bêjin êdî bes e.” 

Endama Şaxa Komaleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Fatma Baltûk, destnîşan kir ku dê jin di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de rewşa heyî biguherînin. Baltûk, diyar kir ku beriya serdema AKP’ê li Tirkiyeyê di warê jinan de tiştên xirab rû didan, lê belê ev yek ne evqasî zêde bû. Baltûk, anî ziman ku lê belê bi polîtîkayên AKP’ê re destketinên jinan ji dest wan hatin girtin. 
 
Baltûk bi lêv kir ku bi AKP’ê re di 10 salên dawî de şideta li ser jinê ji sedî 400 zêde bû û got: “Di 14 salên dawî de 5 hezar û 868 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Ev tenê daneyên ku bi dest me ketine. Di sala 2017’an tenê de mêran 409 jin kuştin û 387 zarok jî hatin îstismaarkirin.” Baltûk got dema mirov li van daneyan tenê binere jî, diyar dibe ku divê jin ji bo çi bêjin êdî bes e. 
 
‘DÊ JIN GOTINA XWE YA DAWÎ LI SER SINDOQAN BÊJIN’ 
 
Blatûk, diyar kir ku polîtîkayeke din a AKP’ê jî ew e ku, jinan ji qada cemaweriyê dûr dixîne û wan hepsî malan dike. Baltûk destnîşan kir ku di serdema AKP’ê de jin tu carî nebûn kirde û got: “Dê jin van polîtîkayan qebûl nekirin û wê gotina xwe ya dawî li ser sindoqan bêjin.” Baltûk, anî ziman ku polîtîkayên çewisandinê yên li ser jinan bi piranî bi argûmanên olî tên bikaranîn û got: “Îktîdar dixwaze jinê hepsî malê bike. Ji bo vê jî olê wekî argumanekê bi kar tîne.” Baltûk diyar kir ku îktîdar dixwaze bi vê rêbazê jinan biçewisîne. 
 
‘DIVÊ JIN DÎSA JIYANÊ VEGUHERÎNIN’ 
 
Baltûk, bi lêv kir ku AKP ji jinan ditirse û got: “Ji ber ku ditirse jin di civakê de bibe xwedî gotin, pakêtên aboriyê yên saetên wê yên xebatê nerm in derdixe. Bi vî awayî dixwaze jinan bi heqdesteke kêm bide xebitandin û profîla jineke ku di xizmeta nav malê de bêheq bixebite biafirîne. AKP dixwaze di ser jinan re bi maliyeteke kêm gelek pereyan qezenc bike. Divê jin hay ji vê yekê hebin û li gorî berjewendiyên dîsa jiyanê veguherînin. Baltûk anî ziman ku jinan karneya AKP’ê daye û AKP di polê de maye û got: “Êdî jin ji îktîdara AKP’ê re dibêjin bes e û naxwazin careke din bibe îktîdar. Dê jin di 24’ê Hezîranê de ji îktîdara AKP’ê re bêjin êdî bes e.” 
 
MA / Elif Çetiner