'Em dengê xwe nadin partî û îtîfaqên kuştinên zarokan pîroz dibînin’

  • jin
  • 09:12 24 Gulan 2018
  • |
img

STENBOL - Endama Piştevaniya Jinan a Çilpîne Tulay Korkutan, a berî hilbijartina 24’ê Hezîranê bi jinan re bên gel hev û behsa girîngiya hilbijartinê bikin, diyar kir ku ew dengê xwe nedin partî û îtîfaqên dixwazin bedena jinê kontrol bikin, behsnê şer didin û kuştinên zarokan pîroz dibînin.”

Piştevaniya Jinan a Çilpîne ku xebatên jinan birêve dibe, piştî partiyan namzetên parlamenteriyê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê eşkere kirin, lez dan xebatên xwe. Endamên Piştevaniyê dê berî hilbijartinê di serî de li Stenbol û gelek qadên din, bi jinên ji beşên cudare bên gel hev û girîngiya hilbijartinê vebêjin. Aktivîsta Piştevaniyha Jinan a Çilpîne Tulay Korkutan, darbarê xwebatan xwe de agahî da û wiha axivî: “Êdî jin ji polîtîkayên AKP’ê yên 16 salan bêzar bûnê û dê ji bo van polîtkayan re bêjin ‘TEMAM.’ AKP bi polîtîkayên muhafazekar êrîşî beden, ked û azadiya jinan dike. Hewl da hemû destkeftiyên jinan deste ser bike. AKP hewl dide bedena jinan bi welidandina çand zarokan re kontrol bike.”
 
‘DENGÊN ME YÊN EM BIDIN AKP’Ê TUNEYE’
 
Korkutan, anî ziman ku rejîma heyî dinava krîzê de ye û wiha got: “Biryara hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê jî ji ber vê krîzê hat dayîn. Di vê hilbijartinê de ji bo em hemû qezenc û destkeftiyên jinan ji nû de bi dest bixwin em dixebitin. Bêguman di 24’ê Hezîranê de, jin pir baş dizanin dê dengên xwe bidin kê. Dengên me yên em bidin AKP’ê tuneye. Em ê dengê xwe bibin namzet û partiyên girîngiyê didin wekheviya jin û zilam, azadiyê û aştiyê. Em baş dizanin îro keda jinê tê xwarin, ewlekariya canê jinê tuneye û dinava  şert û mercên xerab de dixebitin. Tacîz û tecawîz di asta herî jor dene. Ji bo zilamên karvatê girê didin û kincên bedil li xwe dikin, cezayê daxistina ‘Rewşa baş’ didin wan. Emê dengê xwe bidin partiyên li dijî vê yekê têdikoşin. Em ê dengê xwe bidin partiya girîngiyê dide ji sedî 50 rêjeya jinê.” 
 
‘EMÊ DENGÊ XWE NEDIN PARTIYÊN KUŞTINÊN ZAROKAN PÎROZ DIBÎN IN’
 
Korkutan, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Em ê dengê xwe nedin partî û îtîfaqên kuştinên zarokan pîroz dibîn in.’ Îro mirov bêkariyê re rû bi rûne. Herî zêde jin ji krîza aborî bi bandor dibe. Ji ber ku mirov nikarin debara xwe bikin, agir berdidin bedena xwe. Ji ber mirov pir teng bûne û pir bi hêrsin. Tayîp jî, Qesir jî di ferqa vê yekê dene.” 
 
JIN DÊ HILBIJARTINÊ NÎQAŞ BIKIN 
 
Korkutan, dest nîşan kir ku ewê berî hilbijartina 24’ê Hezîranê bi jinan re bên gel hev û li ser girîngiya hilbijartinê dê nîqaş bikin û wiha berdewam kir: “Ji bo ewlekariya sindoqan tişta bikeve ser milê jinan, emê pêk bînin. Emê xwedî dengan derbikevin. Emê di rojên pêşde lez bidin xebatên hilbijartinê. Emê bi hemû jinên ji beşên cuda re bên gel hev û di serî de li Stenbol, Antakya, Bursa, Enqere û Kocaeliyê xebatên xwe bi rêve bibin.  Jinan li ser qumaşan daxwazên xwe nivîsandin, emê vê li Antakya û Kocaliyê re bikin yek, ji bo polîtîkayeke me ya hevpar hebe.” 
 
‘ROJÊN XWEŞ LI BENDA MENE’
 
Korkutan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Teqez divê desthilatdariya dijminê jinan biçe. Baweriya min bi rojên xweş ên pêşberî me tê. Em ê bêjin, ‘Em aciz bûn’ û ‘temam.’ Di vê çarçoveyê de em di xwazin serê sibeha 25’ê Hezîranê azad û wekhev şiyar bibin.”
 
MA/ Necla Demîr