Jinan li Nisêbînê bi coş buroya hilbijartinê vekir

  • jin
  • 17:01 23 Gulan 2018
  • |
img
MÊRDÎN - Endamên TJA’yê, bi coşek mezin buroya hilbijartinê ya jinan li navçeya Nisêbînê vekirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi coşek mezin buroya  hilbijartina 24’ê Hezîranê ya jinan li navçeya Nisêbîna Mêrdînê vekirin. Jinên li ber avahiya Rêxistina Partiya HDP’ê ya navçeyê kom bûn, bi erbaneyan heya kolana Sakarya ya taxa Yenî Turan meşiyan û bê navber dirûşmên “Jin jiyana azad” berz kirin. Jinan bi stranên gotin meş veguherandin şahiyê û welatiyên li kolana bi berzkirina fîtîk û lêxistina çepikan piştgirî dan jinan. 
 
‘DÊ TÊKOŞÎNA JINAN BERDEWAM BIKE’
 
Piştî meşê, namzeta parlamentera HDP’ê ya  Mêrdînê Gulbîn Şahîn Daghan berî buro bê vekirin axaftinek kurt kir û wiha got: “Dê tim berxwedana jinên bindest berdewam bike. Îro jin bi tilîlî, kezî û laçikin serê xwe bi salane berxwedana xwe berdewam dikin.”
 
Dûre jina bi berz kirin tilîliyan buro vekirin û bi coşek mezin guvend gerandin.