Namzetên jin ên HDP'ê yên rengîn

  • jin
  • 12:33 23 Gulan 2018
  • |
img
ENQERE - Namzetên HDP'ê bi nasname û rengên cuda û hêjmarek zêde ya jin balê dikişînin ser xwe. Namzetên jin ên HDP'ê, diyar kirin ku ji bo HDP'ê partiya jinê, partiya hevî û aştiyê dibînin di nava HDP’ê de cih digirin û dixwazin li parlamentoyê siyasetê bimeşînin. 
 
Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 32 roj man. HDP'ê di 21'ê Gulanê de namzetên xwe diyar kirin û di 22'ê Nîsanê de danasîna namzetên xwe kir. Di lîsteya namzetên HDP'ê de gelek nasnameyên ji bawerî, çand, civak û rengên cuda hene. Dîsa di nava partiyên din de herî zêde namzetên jin di nava HDP'ê de ne. AKP’ê 126, CHP’ê 137 û HDP'ê jî 230 jin namzet nîşan dan. Di nava partiyên ku têkevin meclîsê de herî zêde HDP dê nûnertiya jinê têxe meclîsê. 
Di nava nûnerên jin de kesên hunermend, şanoger, nivîskar, akademîsyen, mexdûrên KHK'ê, kedkar û ciwan jî hene. Bi nasnameyên cuda û rengên cuda balê dikişîne ser xwe. Namzetên jin ên sedema “Çima HDP” vegotin, nerînên xwe anîn ziman. 
 
JI SAMSUNÊ NAMZETA ŞANOGER 
 
Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Samsunê  Oya Yagci, kesek şanoger e û bi eslê xwe ji Trabzonê ye. Yagci, diyar kir ku ji ber di her qadê jiyanê de rastî tundî û zextan hat û xwe di nava HDP'ê de dibîne bû namzeta HDP'ê. Yagci, anî ziman ku tu carî karê wê û siyaseta navendî bi hev çênebû û wiha got: “Min her dem di nava lîsteya 'Yên tune ne' de cih girt. Em li Tirkiye di nava kesên tune de cih digirin. Ji ber vê yekê min HDP hilbijart. Tenê partiya ku jinan temsîl HDP ye. HDP partiya ku hemû nasnameyan diparêze. Zayendiya Civakî diparêze. Partiya hemû kesên ên din e. HDP gelek tiştên girîng fêr bûn. Mînaka herî berbiçav pergala hevserokatiyê ye. HDP'ê bi siyaseta xwe gelek tişt fêrî Tirkiye kir. Ji niha û şûnde jin divê li her derê dengê xwe bilind bikin." 
 
‘LI DIJÎ KESÊN GOTIN KOKA DARAN BIXWIN HDP’Ê
 
Kedkara cemaweriyê Fatma Koçyigit Oner ku hat îxrackirin jî namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Herêma 3'emîn ya  Enqereyê ye. Oner ji Nevşehirê ye û li dijî hişmendiya ku jin ji qada camaweriyê dûr xist HDP tercîh kir. Oner, diyar kir ku ew ji bo kesên ku kedkar û karmend îxrac kirin û piştre gotin 'Koka daran bixwin' bûye namzeta HDP’ê û wiha got: "HDP partiya jinê ye. Ez jî wekî jinekê ji azadiya jinan bawer dikim. 
 
ARMANCA ME EM TIRKIYE JI TARIYÊ RIZGAR BIKIN
 
Hevseroka Partiya Ji Nûve Avakirin a Sosyalist (SYKP) Tulay Hatimogullari li Edeneyê bû namzet. Hatîmogullari jî sedema “Çima HDP” wiha got: “Em di vê hilbijartinê de dibînin ku îtîfaqên hatin avakirin zêde çepên Tirkiye, sosyalist û jinên li Tirkiye temsîl nakin. Ji ber vê yekê tercîha me HDP ye. Armanca me em Tirkiye ji rewşa tarî rizgar bikin. Ji bo vê yekê em hemû hêzên çep û sosyalist û tevgerên jinan divê em di nava vê têkoşîna HDP'ê de cih bigirin. 
 
‘JI BO EM MAFÊ XWE PAŞVE BISTÎNIN HDP' 
 
Hatîmogulları, destnîşan kir ku partiya rasteqîn jinan temsîl dike HDP ye û wiha got: “îktîdara Qesr û AKP'ê hemû destkeftiyên jinan ji destê wan girtiye. Nûnertiya AKP'ê ji mêran pêk tê. Yek ji sedema em bûn namzetên HDP'ê ewe ku em mafê xwe yê ji destê jinan hatiye girtin dîsa paşve bistînin. 
 
‘JI BO EM BAWERIYA XWE AZAD BIJÎN HDP' 
 
Parlamenter û namzeta HDP’ê ya Êzidî Feleknas Uca jî diyar kir ku ji bo azadiya baweriyên cuda di nava HDP'ê de cih digirin û wiha got: "Têkoşîna li dijî faşizmê herî zêde jin dide. Pergal dê bi têkoşîna jinê bê guhertin. Di serdema AKP'e de jin her dem mexdûr bûn. HDP nûnertiya hemû bawerî, ziman, çand û nasnameyan çuda hembêz dike. Gelê Êzidî di komkujiyê re derbas bûn. Jin rastî tundiyek mezin hatin. Li dijî tundî û komkujiyê HDP. " 
 
JI BO JIN BÊTIR BARÊ ŞER NEDIN SER XWE 
 
Yek ji namzeta parlamenteriya HDP'ê jin a Hatayê Hulya Kavuk e. Kavuk, nêzî 20 salin di nava têkoşîna jinan de cih digirin. Kavuk ku bi nasnameya ereb û elewî bû namzet, bi tekoşîna xwe ya sosyalîst û têkoşîna ji bo aştiyê derdikeve peş. Kavuk, anî ziman ku ji ber HDP ji bo her kesî bûye hevî û hemû nasnameyan hembêz dike bûye namzet. 
 
Yek ji namzeta HDP'ê ya Jin a 22 salî Fatma Ozdemir e. Ozdemîr, diyar kir ku ew ji dil bawer dike ku HDP di çareseriya pirsgirêka jinan de samîmî ye û wiha got: "Kesekî wêrekiya ku li Hatayê bibin namzet nişan neda. Lê ez bûm namzetê HDP’ê. Jinan piştgiriyek gelek mezin dan min. Vê yekê hevî û hêzek mezin da min. Ji ber ku HDP li dijî hişmendiya serdestiya mêr têdikoşe û jin pêşengiya vê yekê dike ez bûm namzet. 
 
'JI BER KU GOTIN JIN DIKARE BIGUHERE HDP'
 
Namzeta parlamenteriya HDP'ê ya Amedê û Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Saliha Aydeniz jî bi salan de tekoşina sendîkayî dide. Aydeniz, jî hat îxrac kirin û têkoşîna jinê die. Aydenîz, diyar kir ku ji ber li Tirkiye nasnameya jinê nayê ditin û mafê wê tê binpêkirin, li dijî wê tundî, tacîz û zordestî zêde bûye bû namzeta HDP'ê. Aydenîz, bilêv kir ku ji ber HDP nûnertiya jinê dike û diyar kir ku jin dikare biguherîe bûn namzet.  Ji ber ku HDP bawer dike dê jin bi vîna xwe ya cewherî biguherîne em dibêjin HDP ye." 
 
‘JI BO JINÊN CIWAN SIYASETÊ PÊŞ BIXIN HDP' 
 
Yek ji namzeta parlamentera HDP'ê jina ciwan a 24 salî Jiyan Taş  e. Taş namzeta parlamenteriyê ya Meletiyê ye. Taş diyar kir ku ji ber HDP cih dide namzetên ciwan û siyaseta ciwawanan di nava HDP'ê de cih girt. Taş, da zanîn ku ji bo siyaseta jinên ciwan di nava siyasetê de cih bigire û jinên ciwan di nava siyasetê de cih bigirin û ji ber HDP partiya jinê ye bû namzet. 
 
Namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Kocaelî Meryem Ozdemir jî têkoşîna femînîzmê dide. Ozdemîr, anî ziman ku wekî jnek kurd bawer dike ku dê hemû nasnameyên jinan di nava HDP'ê de cihê xwe bigire. 
 
/ Diren Yurtsever - Berivan Altan