Jinên ciwan: Ji bo pêşerojeke azad em ê dengê xwe bidin HDP'ê

  • jin
  • 09:16 23 Gulan 2018
  • |
img
DERSIM –Li Dersimê jinên ciwan ên ji bo hilbijartinê dixebitin, anîn ziman ku ew ji bo pêşerojeke azad dixebitin. Her wiha jinan bang li ciwanan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. 
 
Li Dersimê jinên ciwan ku ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê dixebitin, diyar kirin ku HDP partiya ciwana ye û ew ji bo pêşeroja xwe di nav xebatên HDP'ê de cih digirin. 
 
Şîlan Ozkan, diyar kir ku hilbijartina 24'ê Hezîranê ji bo ciwanan hilbijartineke girîng e û loma ew li gel HDP'ê cih digirin. Ozkan, bi lêv kir ku di dîrokê de jin tim hatine çewisandin, lê belê di serdema AKP'ê de ev çewisandin zêdetir bûye. Ozkan diyar kir ku HDP partiyeke ku her kes xwe tê de dibîne. Ozkan destnîşan kir ku di nav hemû partiyan de profîlên jinan ên herî xurt di HDP'ê de ne. Ozkan anî ziman ku ji bo jin bi awayekî azad bijîn, divê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. 
 
‘EM DI SINDOQAN DE BERSIVÊ BIDIN' 
 
Berfîn Çelîk jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê partiyên heyî bi feraseta nêrza tên birêvebirin û li cihekî ku jin lê tune bin ew civak nayê birêvebirin. Çelîk, anî ziman ku HDP polîtîkaya xwe bi temsîliyeta wekheviyê  didomîne û loma dê jin piştevaniya HDP'ê bikin. Çelîk da zanîn ku jinên ciwan di nav xebatên hilbijartinê yên HDP'ê de cih girtine û li hemberî feraseta ku jinan tune dihesibîne ew ê di sindoqan de bersivê bidin. 
 
‘JI BO HEVSEROKATIYÊ DENG JI BO HDP'Ê' 
 
Şukran Gumuş jî, diyar kir ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê HDP dengekî zêde bigire û got: "Li welat alozî heye û ji bo ev nêveng ji holê rabe dibê HDP bi ser bikeve." Gumuş, anî ziman ku HDP polîtîkaya jinê esas digire û got: "Çimkî di HDP'ê de jin û mêr wekî hev in. Ev wekhevî di tu partiyê de tune ye. Tenê di HDP'ê de pergala hevserokatiyê heye." Gumuş got ew HDP'ê pir diecibîne û ew ê dengê xwe bide HDP'ê. 
 
‘JI BO TIRKIYEYEKE AZAD...' 
 
Yaprak Kurban jî diyar kir ku ji bo Tirkiyeyeke azad ew ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP'ê û ji bo jiyaneke mirovane divê HDP di Meclîsê de be. Kurban, bang li hemû jinan kir ku li cem HDP'ê cih bigirin.