Beştaş: Em ê Meclîsa Jinan weke pergalek siyasî bi pêş bixin

  • jin
  • 09:15 23 Gulan 2018
  • |
img

AMED - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser deklerasyona TJA'yê û destnîşan kir ku ew ê Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê ku di deklerasyonê de cih digire wekî pergaleke siyasî pêş ve bixin. 

Tevgera Jinên Azad (TJA), li Amedê bi ser navê "Azadî ji bo jinan, demokrasî ji bo komarê" deklerasyoneke daxuyand û di deklerasyonê de nexşerêyeke nû berpêş kir. Di deklerasyonê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan Qanûna Bingehîn a Demokratîk hat destnîşankirin û wekî pêşniyar hevserkomartî, dîwana edaletê ya jinan berpêş kir. Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, deklerasyona TJA'yê nirxand. 
 
'DEKLERASYONA NEXŞERÊYA ME YE' 
 
Beştaş, destnîşan kir ku pergala hevserokomartî û dîwana edaletê ya jinan, ji bo jinan gelekî girîng e û got: "Di sê salên dawî de bi KHK û Rewşa Awarte çewisandinên li ser jinan zêde bûn. Her roj qanûnên dijberî jinan tên derxistin û bi van qanûnan jinan datînin ber însafa darazeke nêrza. Danezana hilbijartinê ya TJA'yê, di vî warî de pir berfireh e. Ji bo pêşeroja jinan û ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev girîng e. Ev danezan, tenê ne jinên kurd ên li Tirkiyeyê, reng û dengê wan çi dibe bila bibe hemû jinan dihebîne. Em jin vê yekê wekî manîfestoyekê esas digirin. Dê ji niha û pêve belgeya me ya sereke û nexşerêya me be." 
 
‘EM Ê MECLÎSA JINAN WEKÎ PERGALEKE SIYASÎ BI PÊŞ VE BIXIN' 
 
Beştaş, destnîşan kir ku îktîdara AKP'ê bi salan e civakê kiriye esîrê sepandinên xwe yên faşîst û got: "Li welat bi hezaran siyasetedar û akademîsyen girtî ne. Her sal bi hezaran jin bi şideta mêrî tên kuştin; bi sedan zarok tên îstismarkirin an jî di dema şer de tên kuştin. Ji bo ev tişt careke din pêk neyên, em ê li Tirkiyeyê Meclîsa Jinan wekî pergaleke siyasî pêş ve bixin." Beştaş, diyar kir ku sûcên li hemberî jinan nû nû ji aliyê jinan ve tên darizandin û ev yek mekanîzmayeke nû û di heman demê de ji bo edalet pêk bê tiştekî girîng e. Beştaş diyar kir ku ew jinên HDP'î ew ê di vî warî de ji bo hiqûqê bitêkoşin. Beştaş got: "Niha li Tirkiyeyê daraz bi temamî di dest darazeke nêrza de ye. Û a rast niha darazeke ku xwe dispêre şidetê heye." 
 
 
Beştaş bal kişand ser hilbijartina ku dê di 24'ê Hezîranê de pêk bê jî û destnîşan kir ku li hemû bajar û taxan reng û dengê jinê serwer e û wê di vî warî de xebatên xweser bên kirin. Her wiha Beştaş ji bo ewlehiya hilbijartinê jî diyar kir ku di warê ewlehiya hilbijartinê de bar dikeve ser milê hemû hêzên dewmokrasiyê. Beştaş, bi lêv kir ku rejîma ku li Tirkiyeyê biguhere dê bandorê li herkesî bike û bang li welatiyan kir ku di vî warî de baldar bin. Beştaş, destnîşan kir ku loma divê ji bo pêşeroja jinan, ciwanan û zarokan herkes sindoqan biparêze û xwedî li wan derkeve. 
 
MA / Esra Solin Dal