Kaya ya ku li hemberî pirsgirêkên jinan ker û gor bû, dîsa bû namzet!

  • jin
  • 09:14 23 Gulan 2018
  • |
img

STENBOL – Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakiyî Fatma Betul Sayan Kaya ku rêxistinên jinan bertek nîşanî wê didin dîsa ji AKP'ê bû namzet. Kaya, ji dêvla ku bi awayekî mayînde pirsgirêkên jinan çareser bike, di vê derbarê de xwe li nedîtinê datîne. 

Piştî ku hemû partiyan namzetên xwe yên ji bu hilbijartina 24'ê Hezîranê daxuyandin, li hemberî namzetan bertekên erênî û neyînî tên nîşandan. Di AKP'ê de gelek kesên serdema berê hatibûn hilbijartin, derî lîsteyê man. Lê belê hin kesên ku civak bertekên tund nîşanî wan didin di rêzên yekemîn de cih girtin. Yek ji van kesan jî Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakiyî Fatma Betul Sayan Kaya ye. 
 
Raya giştî Kayayê bi nêzîkbûyîna wê ya ji bo Erdogan dinase. Her wiha xwişka wê Ayşe Sayan jî sefîra Quweytê ye. Xwişka wê Nazmiye Sumeyye Sayan jî Endama Meclîsa Şaredariya Mezin a Stenbolê ye. Xwişka wê Ayşe Hîlal Sayan jî, di Saziya Teknolojiyên Agahiyan de alîgira musteşar bû û di 25'ê Gulana 2016'an de îstifa kiribû. Her wiha Omer Fatîh Sayan jî li Saziya Ragihandinên Teknolojiyê ya Agahiyan dixebite. 
 
RÊXISTINÊN JINAN BERTEK NÎŞAN DA BÛN
 
Rêxistinên jinan ji ber kirinên wê tim bertek nîşanî Kayayê didin. Kaya li hemberî pirsgirêkên jinan xwe li nedîtin û nebihîstinê datîne. Kayaya ku dihat payîn ji bo pirsgirêkên jin û zarokan çareseriyên mayînde peyda bike, bereksê wê destek da van polîtîkayan. 
 
‘ÎSTISMARÊ PARAST' 
 
Kaya tev li bernameyekê bûbû û ji bo rê li ber îstismara zarokan bê girtin daxuyandibû ku ew ê "Perwerdehiya mahremiyetê' bidin zarokan. Ev daxuyana wê bûbû cihê bertekan. 
 
Tekane îcraata Kayayê Navenda Nerîna Extiyaran û Rehabîlîtasyonê ya Torbaliya Îzmîrê ye. Kaya piştî 3 salan dîsa tev li vekirina vê navendê bû. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kanûnî Sûltan Suleyman a Kuçukçekmeceyê di 5 mehan de 115 zarok ji ber îstismarkirina zayendî serî li nexweşxaneyê dabûn. Lê belê pitşî bertekên tund Kayayê piştî bûyerê bi çend hefteyan daxuyanî da û tenê got: "Ew ê bûyerê bişopînin." Her wiha gelek parlementerên HDP'ê der barê cinayetên jinan de pêşnûma berpêşî Kayayê kirin. Kaya, ji dêvla ku ji bo pirsgirêkên di vî warî de çareseriyên mayîn de peyda bike, bereksê wê di vî warî de daxuyaniyek jî neda. Jin daxwaz dikin ku ji dêvla Wezareta Malbat û Civakî, divê navê wezaretê "Wezareta Jinan' be û dibêjin tu ferqa wezareta heyî ji wezaretên AKP'ê yên bi feraseta nêrza tên temsîlkirin tune ye. 
 
MA / Necla Demir