‘Em ê li dijî kesên cudaxwaziya zayendî diparêzin têbikoşin'

  • jin
  • 09:01 23 Gulan 2018
  • |
img

ÊLIH - Platforma Jina ya Helkîsê, diyar kir ku ew ê li hemberî polîtîkayên cudaparêz ên li dijî jinan têbikoşin. Platformê ji bo hilbijartinê jî got: "Kesên bi cudaxwaziya zayendî û çînî nêzî jinan nabin, em alîgirên wan in." 

Platforma Jina Helkîs (HEKAP) ji aliyê 23 rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan ve meha borî li Êlihê hat avakirin. Rêvebera Egîtîm Sena Êlihê ku pêkhateyeke HEKAP'ê ye Fehmiye Baskin behsa avakirina platformê û xebatên wê kir.
 
Baskin bi lêv kir ku sedemeke avakirina HEKAP'ê jî ew e ku li Êlihê gelek bûyerên îstismarkirina zayendî pêk tên û got: "Li dibistanekê alîgirê midûr zarokek keç îstismar dike. Doz tê vekirin lê biryara nepeniyê datînin ser. Çend meh berê li Hezoyê ap û xal 3 zarokan îstismar dikin. Çapemeniya muxalif behsa vê yekê kir, lê belê dîsa biryara nepeniyê hat dayîn. Zêdebûna bûyerên bi vî rengî, bû sedema avakirina platformê." 
 
‘DEMA JIN BÊN GEL HEV HÊZA XWE DIBÎNIN' 
 
Baskin, bi lêv kir ku li Êlihê zarok ji ber bûyerên bi vî awayî întihar dikin û got: "Jin wekî riya xelasiyê serî li întihara ku pergal ferzî wan dike didin. Jina ku ne kirde ye, nikare dengê xwe ragihîne, li mafê xwe nagere wekî çareseriyê mirinê hildibijêr e an jî jiyaneke wekî mirinê dijî. Halbûkî divê tiştên wisa çênebin. Dema jin tên gel hev hêza xwe dibînin." 
 
Baskin bal kişan ser darazê û biryarên wê yên der barê dozên îstismarkirina zayendî. Baskin biryarên ku dadger didin rexne kir û got: "Em dizanin ku daraz ne serbixwe ye. Biryarên nepenî yên ji bo dosyeyan tên dayîn, em nizanin ji bo parastina kê tên dayîn. Di nav platforma me de hevalên me yên parêzer hene û em ê tevî van hevalan komîsyona hiqûqê ava bikin û em ê darazê kontrol bikin." 
 
‘EM ALÎGIRÊ KESÊN KU BI CUDAXWAZIYEKEN ZAYENDÎ NÊZÎ JINAN NABIN' 
 
Baskin, diyar kir ku di nav platforma wan de jinên AKP, CHP û HDP'î jî hene û ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê jî got: "Hilbijartinek li pêşiya me ye. Helbet em hêlek digirin û ew jî jin in. Armanceke vê platformê jî ew e ku dijderketina li hemberî hemû polîtîkayên çewisîner ên li dijî jina ye. Di hilbijartinê de kesên ku bi cudaxwaziyeke zayendî nêzî jinan nabin, em alîgirê wan in." 
 
MA / Metin Yoksu