HDP’ê bi hejmara namzetên jin, dîsa partiyên din derbas kir

  • jin
  • 13:14 22 Gulan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê bi hejmara namzetên parlamenterên jin, AKP û CHP cardin li pey xwe hişt. AKP’ê 126 namzetên jin, CHP’ê 137 namzetên jin û HDP’ê jî 230 namzetên jin nîşan dan.

Partiyên siyasî ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hêzîranê, di 21’ê Gulanê de lîsteya namzetan teslîmî Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di lîsteya xwe ya 600 namzetên parlamenteriyê de, ji partiyên din zêdetir cih dan namzetên jinan.
 
AKP’ê di lîsteya xwe de cih da 126 namzetên jin û CHP’ê jî cih da 137 namzetên jin. HDP ku pîvana temsîliyeta wekhev esas digire, di lîsteya xwe de cih da 230 namzetên jinan. Hin namzetên jinan di rêza yekemîn a hin bajarên mezin de jî cih girtin. 
 
HDP’ê cardin li bajarên Şirnex , Wan û Mêrdînê hejmara jin û zilaman wek hev danî. Jinên ji hemû beşên cûda di HDP’ê de cih digirin. Cardin ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, parêzerên li dozên cînayetên jinan mêze dikin Zuleyha Gulum, Dondu Ceren Şîmşek û Dîren Cevahîr Şen di rêzên namzetan de hatin nîşandan. 
 
DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE 26 WEKÎLÊN JIN ÊN HDP’Ê ÇÛN MECLÎSÊ 
 
Di hilbijartina 7’ê Hezîran 2015’an de, bi giştî hejmara namzetên jin ên HDP, CHP, AKP û MHP’ê 510 bûn. Partiya ku herî zêde di lîsteya xwe de cih dan jina cardin HDP bû. HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de, 268 namzetên jin diyar kiribûn û ji van 268 jinan 26 jin çûbûn meclîsê. Bi vî awayî di dîroka Meclîsê de cara yekemîn bû ku partiyek, di warî hejmar parlamenterên jinan de rekorê dişkine.
 
HDP’a diyar dike ku partiya jinan e, di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî, 228 namzetên jinan diyar kiribû û cardin bûbû partiya yekemîn a namzetên jinan dinava xwe de dihewîne.