Jinan buro vekir û ji bo Demîrtaş nepox firandin

  • jin
  • 11:19 22 Gulan 2018
  • |
img
ÊLIH – Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê li taxa Baglarê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Jinan ji bo namzetê HDP’ê yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş nepoxên daxwaziyê firandin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê li taxa Baglarê ya Êlihê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Jinan beriya vekirina buroyê li bazara taxê li gel lêdana erbaneyan belavokan belav kir û jinan vexwendin vekirinê. 
 
Jinan li bazarê bê navber slgogana “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dengbêj Mekiye jî piştevaniyê da jinan û bi klamên xwe banga dengan ji bo HDP’ê kir. 
 
Jin li ber buroyê kom bûn û pankarta “Ev wisa naçe, jin destûr nadin” daliqandin. Jinan li gel def û zirnê govend gerand. Bê navber dirûşmên “Bijî HDP” û têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berz kirin. Jin bi cilên xwe yên gelerî tev li merasîma vekirinê bûn. 
 
'EM Ê DAWÎ LI ZILMA ERDONGA BÎNIN’ 
 
Bi rêzgirtinê re sirûda “Çerxa Soreşê" hat xwendin. Di vekirina buroyê de aktîfîsta TJA’yê Ayşe Gokkan axivî û got: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê hilbijartina man û nemanê ye. Em ê bi ser bikevin. Em ê di 25’ê hezîranê de dawî li zilma Erdogan bînin. Em ê ji hemû komkujiyên li ser jinan û gelê kurd re û gelên din re bêjin bes e. Em ê ji tiryaka li Êlihê re bêjin bes e. Em ê ji îstîsmarkirina zayendî ya li ser jinan û bi taybetî li ser zarokan re bêjin bes e.” 
 
Bi tev li bûna Dayikên Aştiyê buro hat vekirin. Welatiyan bi saeta li ber buroyê govend gerand. 
 
Pişt re jinan nepoxên daxwaziyê ji bo namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş firind.